Wezîrê Karên Derve yê Amerîka li Efganistanê ye

Piştî ku serokê Amerîkayê Jeo Biden ragihand ku dê hêzên xwe ji Efganistanê vekişîne, îro Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gihaşt paytexta Efganistan Kabûlê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka li Efganistanê ye
15 nîsan, 2021   13:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi serdaneke ku nehatibû eşkerkirin, gihaşt Kabûlê. Tora CNN a Amerîkayê ragihand ku Blinken bi serokê Efganistanê Eşref Xenî û hin endamên arêtşa Amerîkayê re, civiya.

Biden duh ragihandibû ku 2 hezar û 500 leşkerên Amerîka yên li Efganistanê, dê di salvegera 20`emîn a êrişên 11`ê Îlona 2001`an de, vegerin welatê xwe.

Her wiha Biden piştrast kiribû dê vekişîna ji Amerîkayê bi awayekî bi ewle û bi hevkariya hevalbendan re pêk bê û destnîşan kir ku êdî sedema mayîn hêzên Amerîka li Efganistanê ne diyar in.

(cx)