Li herêma Başîqa ya Iraqê leşkerekî Tirk hate kuştin

Li gorî ajansa Reutersê, dewleta Tirk ragihand ku di êrişa li dijî kampeke leşkeran a li herêma Başîqa ya Iraqê de leşkerekî wan hatiye kuştin û zarokek birîndar bûye.

Li herêma Başîqa ya Iraqê leşkerekî Tirk hate kuştin
15 nîsan, 2021   12:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 moşek ber bi baregeheke leşkerî ya li herêmê ve hatine avêtin û yek ji wan li baregehê ketiye. Her wiha daxuyand ku moşekên din li gundekî nêz ketine û di encamê de zarokek birîndar bûye.

Duh, çavkaniyekî ji Sumeriyê News re ragihandibû ku kampeke leşkeran a girêdayî artêşa Tirk li Nînewayê bi du moşekan hatiye hedefgirtin.

Çavkanî diyar kir ku di kampa li Başîqayê de leşkerên Tirk hebûn.

Ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piraniya hêzên Iraqê hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê red dikin û wek dagirkerî dihesibînin.

(cx)