Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe

Koçberekî efrînî ku li Şehbayê dimîne projeyeke biçûk a çandiniyê çêkiriye, da ku kulîlk û hin  şitlên daran biçîne, çanda çandiniyê di nav gel de xurt bike û debara malbata xwe dabîn bike.

Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
Gulfiroşekî efrînî: Em darên zeytûnê bi tenê nahêlin û em ê vegerin warê xwe
15 nîsan, 2021   07:25
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-CEFER CAFO

Şêniyên Efrînê yên bi darêzorê ji malên xwe hatine koçberkirin, bi erdên xwe û darên zeytûnan ve ku sembola aştiyê ne girêdayî ne û tevî zor û zehmetiya koçberiyê jî çanda çandiniyê ku ji pêşiyên xwe girtine diparêzin.

Şêniyê bi navê Îbrahîm Elî (45) sibehê zû ji xew radibe, erebeya ku kirê kiriye bi çend cureyên gulan dixemilîne, paşê berê xwe dide sûk û nava kampên li Şehbayê da ku şitlên kulîlk û daran bi nirxekî guncav bifiroşe şêniyan,  bi pereyê wan debara malbata xwe bike û niştecihan jî teşwîqî çanda çandiniyê bike.

Îbrahîm Elî ku li kampa Serdemê ya girêdayî gundê Til Sosin a kantona Şehbayê dimîne, şitilgehek biçûk çêkiriye û tê de hin cureyên darên berhemdar û kulîlkan diçîne û di mewsima çandiniyê de difiroşe.

Îbrahîm Elî ku di nav gel de bi wekî gulfiroş tê naskirin axivî û got: "Em şêniyên Efrînê ji xweza, çandiniyê, gul û daran hez dikin û nikarin beyî wan bijîn. Ji ber wêranî û şerê ku di pêvajoya salên derbasbûyî de rû daye, hema bêje xwezaya kantona Şehbayê ziwa kiriye."

Îbrahîm Elî diyar kir ku hêviya wî ji vê projeyê mezintir e, ku ew jî gel teşwîq bike ku li malên wêrankirî û li kampan kulîlk û daran biçînin û  debara jiyanê bikin da ku bêkarî rabe.

Têkildarî peydakirina cureyên kulîlk û daran Îbrahîm Elî da zanîn ku ew kulîlkan li şitilgehên  biçûk diçîne û li xizmeta wan dike heta ku dipişkuvin, her wiha hin cureyên din jî ji bajarê  Helebê dikire.

Elî bi taybet girîngiyê dide çandina şitlên zeytûnan, her wiha darên wekî gûz, hejîr, behîv,  mêwên tirî û gelek cureyên kulîlk û daran xemilandinê jî diçîne.

Elî di derbarê astengiyên ku di demên xebatê de pê re rû bi rû dimîne de got li gorî par li herêmê buhaya kulîlkan du qat e, ji ber ku herêm dorpêçkirî ye, sotemenî kêm e û dergeh û rêyên wê jî girtî ne.

Îbrahîm Elî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Tevî ku nirxên kel û pelan bilind e û zehmetiya karkirinê heye, lê dîsa jî li gorî rewşa heyî nirxê firotinê tiştekî sembolîk e, heta gelek caran ez şitilan diyarî didim kesên ku pere pê re tune ne."

ꞌARTÊŞA TIRK DARAN DIBIRE, XWEZAYÊ WÊRAN DIKE Û EM JÎ JI NÛ VE DIÇÎNINꞌ

Îbrahîm Elî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema ku bajarê Efrînê dagir kirine ve, xwezayê talan dikin û daran dibirin û got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê daran dibirin, em jî li deverên ku lê bi cih bûne hewl didin ji nû ve herêmê şîn bikin û şînkahiyê lê biçînin, da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku Kurd gelekî ji xweza û çandiniyê hez dikin û bi darên zeytûnan ve girêdayî ne."

Îbrahîm Elî di dawiya gotina xwe de got ew ê darên zeytûnê bi tenê nehêlin û bi hêvî ne di zûtirîn dem de vegerin warê zeytûnê Efrîna rengîn.

(eh)

ANHA