Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna El-Celaa roja Şemiyê kir betlaneya fermî

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiyê 17`ê Nîsanê bi boneya Cejna El-Celaa(roja derketina Fransa ji Sûriyê), betlaneya fermî ragihand.

Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna El-Celaa roja Şemiyê kir betlaneya fermî
15 nîsan, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryarnameya (18) derxist û têde roja Şemiyê 17`ê Nîsanê weke betlaneya fermî ragihand.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

1-Hemû daîre û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiyê 17`ê Nîsana 2021`an dikin betlane, ji bilî saziyên ku divê xebata xwe dewam bikin.

2-Divê her kes vê biryarê pêk bîne.

Tê zanîn ku di 17`ê Nîsana 1946`an leşkerê dawî yê Fransayê ji xaka Sûriyê derket û ji wê rojê, gelê Sûriyê 17`ê Nîsanê wekî Cejna "El-Celaa" pîroz dike.

(bx)

ANHA