Biden biryar da ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê vekişîne

Li gorî rayedarekî payebilind ê Koşka Spî, serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da ku hêzên Amerîkayê yên li Efganistanê mane vekişîne û piştî 20 salan dawî li şerê Amerîkayê yê li wir bîne.

Biden biryar da ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê vekişîne
14 nîsan, 2021   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN.

Rayedarî amerîkî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya yekê Gulanê dê hêzên mayî vekişîne û plan dike ku beriya salvegera 20`emîn a bûyera 11`ê Îlonê hemû hêzên Amerîkayê ji welêt derxe.

Rayedarê payebilind ê li Koşka Spî diyar kir ku Rêveberiya Amerîkayê ya niha di wê baweriyê de ye ku dikare gefên bê yên Efganistanê, beyî hebûna hêzeke leşkerî ya Amerîkayê li Efganistanê û beyî şerê bi Talîbanê re çareser bike..

Rêveberiya Biden ji mêj ve dizane ku hêza leşkerî astengiyên ku rastî siyaseta hundirîn a Efganistanê tên çareser nake, heta rageşiya hundirîn a li Efganistanê jî çareser nake. Ji lew re operasyonên leşkerî yên li wir bi dawî dike û girîngiyê dide xebatên dîplomatîk ên aştiyane yên heyî.

Rayedarê amerîkî got Rêveberiya Biden dê bi hevalbendên xwe yên NATO`yê û şirîkên wan re der barê vekişandina hêzên xwe koordîne bike ku ji 1`ê Gulanê ve hêzên xwe bikişîne û beriya salvegera bûyerên 11`ê Îlonê vekşîn temam bikin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Amerîkayê agahî da Talîbanê ku dema hêzên xwe vekişîne ger li dijî wê êriş pêk werin, dê bersiveke tund bide.

(eh)