​​​​​​​Merî Şiblî: Dê krîza Ukraynayê bandorê li Idliba Sûriyê bike

Endamê Meclisa Hevserokartiya MSD’ê Merî Şiblî destnîşan kir ku nakokiya di navbera Rûsya û NATO’yê de dê bandorê li herêmên di bin serweriya Tirkiyê-Rûsya de bike, bi taybet Idlib û dewleta Tirk vê nakokiyê ji bo ku hin tawîzan ji dewletên rojava de wergire bi kar tîne.

​​​​​​​Merî Şiblî: Dê krîza Ukraynayê bandorê li Idliba Sûriyê bike
15 nîsan, 2021   03:11
HELEB-MIHEMED EBDO

Piştî Rûsya hêzên leşkerî sewqî sînorê Ukrayna kirin, dûvre NATO’yê û dewleta Tirk jî hêzên xwe sewqî sînorê Ukrayna kirin, ji ber ku Ukrayna hevalbendê rojavayî ne û dijmin rûsî ne, dê ev nakokî bandorê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk û Rûsyayê de bike, bi taybet Idilbê.

Girêdayî mijarê, Endamê Meclisa Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Merî Şiblî wiha got: "Tiştê yekane ya sabit di siyasetê de, ew e ku tiştekî sabit tune ye, ev jî rastiyek e. Der barê rewşên li Idlibê de, her tim tên guhartin û ne sabit e, bi taybet piştî daxuyaniyên dawîn ên Erdogan, ku divê rejîma desthilata li Sûriyê were guhartin."

‛NERAZÎBÛNA RÛSYA JI DEWLETA TIRK’

Der barê berteka Rûsyayê li ser tevliheviya biryara dewleta Tirk de, Şiblî wiha got: "Reftarên dewleta Tirk hêrsa Rûsyayê bilind kir. Rûsya jî peyamên yekser ji Erdogan re şandin, ku hewl dide fikirên tirkî yên 2015’an ên beriya destwerdana Rûsya li Sûriyê û tespîtkirina desthilatiya hikumeta Şamê, vejîne. Lê dema ev fikir niha ji hêla Erdogan ve tên pêşniyarkirin, divê xwe bispêre pêdeşûnên nû yên li ser erdê."

Şiblî wiha domand: "Bersiva Rûsyayê ji helwesta dewleta Tirk re eşkere û zelal bû. Ew jî bi bombebarana bênavber li dijî herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de, çi Idlib çi herêmên din mîna Babê dibe, pêk hat."

‛KRÎZA UKRAYNA BANDORÊ LI IDLIBÊ DIKE’

Şiblî da zanîn ku di vê dawiyê de, di encama krîza Ukrayna de, Rûsya li dijî Idlibê bi hêrs bû û aloziya wê ya bi NATO’yê û dewleta Tirk a ku beşek ji Idlibê dagir kiriye re, zêde bû û wiha got: "Dewleta Tirk di vê dawiyê de siyaseta xwe guhart ku ew endamê NATO’yê ye û serokê Ukrayna di demeke berê de pêşwaz kiribû, da ku xwe ji NATO’yê ve nêz bike. Ji ber di navbera NATO û dewleta Tirk de li ser paşxaneya kirîna S-400’î nakokî hebûn. Lê dê bertek û kîna Rûsyayê li hember siyaseta dewleta Tirk rabe."

Lê têkildarî siyaseta Amerîka-Ewropa Şiblî destnîşan kir ku ev siyaset ber bi dewleta Tirk ve ye, ew yek jî ji ber sedemekê ye, ji ber ku dewleta Tirk dewleteke girîng di NATO’yê de ye, ji ber heke şerek bi Ukrayna re çêbûn, dê dewleta Tirk yekser li hember Rûsyayê be.

Şiblî diyar kir ku ajoyên Amerîka yên dîtir hene ku nêzî dewleta Tirk bibe, ew jî koçberên ber bi Ewropa ve rawestîne, bi taybet koçberên Afganistanî ku hejmara wan milyonek heye. Ew yek jî piştî agahî li ser ihtîmala vekişîna Amerîka di demeke nêz de ji Afganistanê çêbûn, pêk hat.

Şiblî eşkere kir ku dewleta Tirk ji mijara şantajkirina ewropa ya bi dosyaya koçberan sûdwar e, da ku destkeftiyên madî û siyasî ji dewletên Ewropayê de wergire.

Merî Şiblî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rewşa Idlibê ne aram e, ji ber dewleta Tirk heta piştgiriya bi temamî ji rojavayan re ranegihandiye. Bi nêrîna siyaseta Amerîkayê, Idlib berîka dawîn a opozîsyona Sûriyê ye, divê ev herêm wisa bimîne, da ku berjewendî werin parastin û wek herêma lihevanînê bimîne."

(fr)

ANHA