Baregeha Tirkiyê ya li Nînawayê bi du moşekan hate hedefgirtin

Çavkaniyekî ewlehî yê iraqî daxuyand ku bargeha artêşa Tirk a dagirker a li Nînawayê bi du moşekan hate hedefgirtin.

Baregeha Tirkiyê ya li Nînawayê bi du moşekan hate hedefgirtin
14 nîsan, 2021   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Someriye Newsê re ragihand ku îşev baregeha artêşa Tirk a dagirker a li Nînawayê bi du moşekan hate armanckirin.

Heman çavkanî da zanîn ku di baregeha li navçeya Baîşqa ya girêdayî Nînawayê de leşkerên dewleta Tirk hene.