​​​​​​​Di êrişekê de li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Di êrişeke ji kesên nenas de li dijî baregeheke çeteyan li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişekê de li Efrînê 2 çete hatin kuştin
14 nîsan, 2021   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hinek kesên nenas vê êvarê bi bombeyên destan êrişî baregeha koma çeteyên `Lîwa Mihemed El-Fatih` a girêdayî dewleta Tirk a li navçeya Bilbilê kir. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û herî kêm 2 çeteyên din jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA