​​​​​​​MXDŞ: Pîrozkirina bi coş a Çarşema Sor planên dijminan vala derdixe

MXDŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir ku li gel êrişên rojane yên li dijî êzidyan, pîrozkirina bi coş a cejnê plan û gotinên dijmin vala derdixe.

​​​​​​​MXDŞ: Pîrozkirina bi coş a Çarşema Sor planên dijminan vala derdixe
14 nîsan, 2021   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Di daxuyaniya MXDŞ’ê de ev tişt hatin gotin;

“Cejna Çarşema serê salê ku cejnek pîroz e û ji bo me bi wate ye, em li gelê xwe, taybet jî li malbatên şehîdan pîroz dikin. Civaka me di dîrokê de tevî hemû hewldanên tinekirinê jî, ev roj parastiye û heya roja meya îro aniye. Gelê me di rojên dîrokî re derbas dibe, di nava planên hebûn û tinebûnê de ne. Lê ya girîng civaka me xwedî li nirxên xwe derdikeve. Xwedîderketina li Şengalê, erka li ser milê her kesên aştîxwaze. Ji ber ku xwedîderketina li Şengalê, xwedîderketina li nirxê xwe ye.

Ji bo ku gelê Şengalê û civaka me, bingeha azadiya xwe û carek din ne êşin, pêwîste her kes taybetmendiyên civaka Êzidî li ber çavan bigire.

Tevî ku Iraq, dewleta Tirk û PDK’ê planên xwe yên ji bo belavkirina Êzidiyan didin meşandin, lê gelê me bi ruhê berxwedana Şengalê pêşwazî li cejna Çarşema Serê Sala Êzidiyan dike û vê roja aştiyê bi coş pîroz dikin. Pêwîste gelê me cejnê de du peyaman bide dijmin.

Ya yekem divê bêjin tevî hemû ferman û êrişan, civaka Êzidî dev ji çand û baweriya xwe bernedaye û bernade. Ya din jî gelê me Cejna Çarşema Sor bi coş pîroz bikin û ji dijminê rojane bi şerê taybet dide xuyakirin ku Şengal vale ye, peyamek zelal bidin. Çi qas cejn bi coş were pîroz kirin, gotinên dijmin jî ewqas vale derdikevin.

Em car din Cejna Çarşema Serê Salê li tevahiya civaka Êzidî û mirovahiyê pîroz dikin.

Em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo ku gelê me bikare bi cil û bergên xwe, bi zimanê xwe û li ser bîrûbaweriyên Êzdîtayê li ser axa xwe bi dilekî xweş, di nava ewlekariyê de rojên xweyên pîroz pêşwazî bikin, me berdelên giranbiha dane. Ji bo gelê me bi vî awayî û azad jiyan bike, heya dawiyê emê li ser şopa şehîdan bin û xwesteka şehîdan a Xweseriya Şengalê, bi têkoşîna gelê xwe misoger bikin.”

(cx)