Fewziye Ebdî: Amerîka û Rûsya li herêmê berjewendiyên xwe pêk tînin

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî diyar kir ku Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe hatine herêmê û got "Ger em bixwazin serkeftinê pêk bînin û erda xwe ya dagirkirî rizgar bikin, divê gel bi awayekî aktîf rola xwe bilîze."

Fewziye Ebdî: Amerîka û Rûsya li herêmê berjewendiyên xwe pêk tînin
14 nîsan, 2021   01:46
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmê bendên Peymana Soçiyê binpê dike. Peymana Soçiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 22`yê Cotmeha 2019`an de hate mohrkirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 5 mehan ve êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine û piştî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, hewl dide herêmê ji hev parçe bike, niha jî hewl dide rûbereke mezintir ji erda Sûriyê serwer bike.

ARMANCÊN HER DU GARANTORAN ÊN LI HERÊMÊ

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî diyar kir ku Rûsya û Amerîka ji zû ve hewl didin li Rojhilata Navîn rolekê bilîzin. Fewziye Ebdî got: "Rûsya ji beriya sed salan ve, da ku berjewendiyên xwe yên aborî pêk bîne, hewl dide xwe bigihîne rojhilatê Deryaya Spî, têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re çêkirin da ku bi rêya deriyê Tirkiyê gaza xwe bifiroşe dewletên Ewropayê û gihaşt armanca xwe jî, lê Amerîkayê piştî li Iraqê bi bin ket destên xwe jê vekişand û hewl da cihekî ji xwe re li vir li ser meydana Sûriyê bigire."

Fewziye Ebdî da zanîn ku Amerîka û Rûsya her du hêzên garantorên rewastandina şer in. Her wiha ji rawestandina şerê di navbera QSD’ê û dewleta Tirk de, sînor danîn û QSD’ê qebûl kir.

Fewziye Ebdî destnîşan kir ku diviyabû ev her du dewlet li hemberî şerê heyî bi rola xwe rabûna, lê berovajî vê yekê çêbû û rê ji Tirkiyê re hêsan kirin, her wiha êrişên ku rojane dewleta Tirk a dagirker li  dijî herêmên Til Temir, Eyn Îsa, Til Rifet û Şehbayê pêk tînin ku bi erêkirina her du dewletan e, Tirkiye bi rêya çeteyên xwe armancên xwe yên li herêmê pêk tîne.

‘ROLA HIKUMETA ŞAMÊ CIHÊ ŞERMÊ YE’

Têkildarî rola hikumeta Şamê ya li herêmê Fewziye Ebdî diyar kir ku her ji demekê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hikumeta Şamê yên li herêmê dikin armanc, her wiha li nêzî Eyn Îsayê ya li hundirê Sûriyê 5 baregehên leşkerî ava kirin û li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e.

Fewziye Ebdî ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Her wiha em rola hikumeta Şamê ku ew jî beşek ji vê peymanê bû, ji bîr nakin, hêzên xwe anî da ku parastina sînor bikin, lê li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê ev hêz bi rola xwe ranebûn, lê belê diviyabû li hemberî van êrişan bi rola xwe rabûna,  heta dema ku ev hêz rastî topbaranê jî tên bê deng in, ne tenê li vir lê li hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî."

Fewziye Ebdî bal kişand ser herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine û got: "Vê yekê hişt gelê herêmê aciz bibe û Rêveberiya Xweser jî ev yek şermezar kir, lê hêzên hikumetê ji avakirina van baregehan tu bertek nedan, ji lew  re mirov vê pirsê dike; ma gelo erda dagirkirî ne erdeke Sûriyê ye?"

ꞌŞÊNÎ Û ROLA WAN DI PIŞTGIRIYA PARÊZVANÊN XWE DEꞌ

Fewziye Ebdî bal kişand ser rola ku dikeve ser milê welatiyên li herêmê ya piştgiriya ji parêzvanên vê erdî re û got: "Ew zarokên me ne ji derve nehatine, bi armanca şerê li hemberî planên dewleta Tirk ku dixwaze herêmê, nexasim navçeya Eyn Îsayê ku wekî paytexta Rêveberiya Xweser e, serwer bike, di çeperan de ne, lê bi saya zarokên me yên li wir heta niha pêşde neçûn."

Fewziye Ebdî xîtabî gelê herêmê kir û diyar kir ku ger ew bixwazin serkeftinê di vî şerî de pêk bînin û erda xwe ya dagirkirî rizgar bikin, her wiha îtîrafa bi Rêveberiya Xweser misoger bikin, divê gel bi roleke aktîf rabe û wiha pê de çû: "Em îro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li gelek herêmên xwe rastî şerê taybet tên, lê bi ser neketin, ji ber vê yekê stratejiya xwe guhart û em jî ji gelê xwe re dibêjin ku bi gotegotên dewleta Tirk bawer nekin."

Fewziye Ebdî  di berdewama gotina xwe de da zanîn ku di nava şervanan de gelek şervanên jin hene  ku bi saya wan şoreşa wan ji şoreşên cîhanê cudatir dibe û ji bo parastina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ`ê canên xwe feda kirin, li Kobanê, Minbic û Baxozê serkeftin qezenc kirin û niha jî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer dikin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fewziye Ebdî di dawiya gotina xwe ev yek got: "Vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê ya bi naveroka parastina jinan ji tundiyê, piştî binketina çeteyên wê di têkbirina vîna jina azad de pêk hat. Ji ber jin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi bejahiyê ewlehiyê ve dibin. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker bi vekişînê dixwaze tundiyê li dijî jinan pêk bîne."

(eh)

ANHA