Koordînasyona Kongreya Star Çarşema Sor pîroz kir

Bi boneya Roja Sersala êzidiyan Koordînasyona Kongreya Star a Rojava tevahî êzidiyên li cîhanê pîroz kir û diyar kir  ku ev cejn wekî sembola xêr, hezkirin û aştiyê ye, her wiha boneyeke ji bo bibîrxistina hemû pîvanên biratiyê û piştrastkirina jiyana hevbeş a rêzdayînê ye.

Koordînasyona Kongreya Star Çarşema Sor pîroz kir
13 nîsan, 2021   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi boneyê Çarşema Sor daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em  birayên ên êzidî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û cîhanê bi boneya Çarşema Sor ku 14`ê Nîsana îsal e pîroz dikin, gelê êzidî li gelek deverên ku hebûna wan dîrokî lê heye, dewletan û koçberiyê pîroz dikin, ev roj rojeke pîroz e ku li herêmê xwedî dîrokeke kevnar e û nîşaneya daneya xweza û erdê ya ji xêr û bereketê ye.

Roja Sersala êzidiyan mîna sembola xêr, hezkirin û aştiyê ye, her wiha boneya bibîrxistina hemû pîvanên biratiyê û piştrastkirina jiyana hevbeş û  rêzdayînê ye.

Her sal civaka me ya êzidî û tevhiya gelan bi xêr û xweşî bin, hêvî dikin ku cejna bê di rewşeke ji qonaxên ku em tê re derbas dibin baştir be û hêviya aramî  û  aştiyê ji herêma xwe û tevahiya cîhanê re dixwazin.

Bi vê boneyê em hêvî dikin  ku hemû  êşên  ku civaka me ya êzidî ji ber ferman û êrişên terorîstan û fikrê tundraw pê re rû bi  rû  mane rabe, her wiha gel bi hemû neteweyên xwe, ol û rêolên wê, nexasim civaka êzidî  yên li Şengala berxwedêr armancên xwe pêk bînin, jê azadî, demokratî  û wekhevî."

(eh)

ANHA