Hunermendê biçûk Xelîl Xubarî li ser şopa Cemîl Horo fêrî dengbêjiyê dibe

Stranên gelêrî yên kurdî yên çenda Efrînê ji 6 saliya xwe ve ezber dike û distre. Bi alîkariya hunermendên pispor gelek stran ezber kirin û tev li gelek şahî û boneyan dibe.

Hunermendê biçûk Xelîl Xubarî li ser şopa Cemîl Horo fêrî dengbêjiyê dibe
13 nîsan, 2021   23:41
HELEB-ARIF SILÊMAN

Xelîl Xubarî (13) ji şêniyên gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Ji 6 saliya xwe ve dest bi ezberkirina stranên gelêrî kiriye.

Xelîl bi temenê biçûk tev li Navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê dibe. Destpêkê gelek zehmetiyan di bilêvkirin û ezberkirina gotinên stranan de dikişîne, lê bi israr fêr dibe û ezber dike. Her wiha bi demê re deng û vegotina stranan pêş dixe.

Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, malbata Xelîl Xubarî neçar dimînin ku ji bajêr ber bi taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve koçber bibin.

CEMÎL HORO JI BO XELÎL PÊŞENG E

Xelîl Xubarî li Heleb, ji bo parastin û vejandina çanda Efrînê û ji ber dengê xwe yê xweş xwest behreya xwe bidomîne. Ji ber wê hunermend Selah Bîrim Xelîl fêrî strana Memê Alan a nemir Cemîl Horo dike ku ji bo Xelîl pêşeng e.

Xelîl Xubarî dibêje ku di perwerdeya li ser vê stranê gelek zehmetî kişandine lê dîsa jî xwe perwerde kir, di dawiyê de fêrî stranê bû.

Li taxa Şêxmeqsûd Xelîl Xubarî tev li Navenda Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiye dibe. Niha endamek Kulîlkên Pêşerojê ya stranên gelêrî ye.

Xelîl Xubarî di dirêjahiya 6 salan de, tev li hemû şahî û boneyên li Efrîn, navçeya Şêrawayê û taxa Şêxmeqsûd dibe û di nav de gel de tê hezkirin. Stranên kevin ên hunermendên nemir mina Ednan Dilbirîn, Cemîl Horo, Elî Tico û Bêtaz Efrîn dibêje.

Xelîl spasiya hemû perwerdekarên ku di warê stranên gelêrî de alîkariya wî kirine, kir.

`ARMANCA WAN VEJANDINA ÇAND E`

Endamê Navenda Cemîl Horo û perwerdekarê koma Kulîlkên Pêşerojê Ehmed Reşo destnîşan kir ku bi armanca vejandina çanda kurdî û berdewamkirina rêya hunermendên Efrînê, zarokan li ser stranên gelêrî yên Efrînê perwerde dikin.

Reşo diyar kir ku gotina stranên gelêrî bi xwe hunerek e û kesek nikare bi hêsanî dengbêjiyê bike, divê xwedî nefeseke dirêj û bîreke xurt be da ku karibe peyvên stranê ezber bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/THZv8EZ-1zM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>