​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2021
13 nîsan, 2021   23:00

-Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî ji ber pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê hişyarî da û diyar kir ku ger Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destekê nede Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dibe ku rewşeke pir xerab rû bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Şêniyên bajarê Tebqayê got, hikumeta Şamê bi girtina dergehan jiyana wan dikin hedef û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê re ji bîr dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd ya kantona Şehbayê tekez kir ku ji dema ku şêniyên Efrînê koçberî Şehba bûne, 3'yê caran komkujî li dijî wan pêk hat û got: " Hejmara zarokên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şehîd bûbûn 13 zarok in û 19 jî birîndar bûn."

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê paşguhkirina rêxistinên mirovî li hember koçberên Efrînê rexne kir û da zanîn ku koçberên Efrînê tu piştgirî ji rêxistinan de li hember vîrusa Koronayê wernegirtine û bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Fewziye Ebdî diyar kir ku Amerîka û Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe hatine herêmê ne ku  ji bo parastina gelê wê hatine û got: "Ger em bixwazin serkeftinê pêk bînin û erda xwe ya dagirkirî rizgar bikin, divê gel bi awayekî aktîf rola xwe bilîze." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Stranên gelêrî yên kurdî yên çenda Efrînê ji 6 saliya xwe ve ezber dike û distre. Bi alîkariya hunermendên pispor gelek stran ezber kirin û tev li gelek şahî û boneyan dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Endiziyarê Avakirinê yê Nivîsgeha Pilan û Rêxistinkirina Avakirinê yê Şaredariya Gel a Reqayê Şelal El-Necim got sedema jinûve sererastkirina qada parêzgehê ji ber wateya wê li gel şêniyên Reqayê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku qedexeya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiribû û kete meriyetê şêniyên bajarên Reqayê û Tebqayê piştrast kir ku ew pabendî qedexeyê ne û bang li hemûyan kir ku tedbîrên xweparastinê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA