Berxwedana girtiyên azadiyê bi biryardarî didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 138’an de berdewam dike.

Berxwedana girtiyên azadiyê bi biryardarî didome
13 nîsan, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in di girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F de tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 138’emîn de didome.

Mexmûr

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li dar ketiye, di roja 117’emîn de berdewam dike.

Yewnanistan

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 100 roj li pey xwe hiştin.