QSD`ê di Nîsanê de li dijî çeteyan 3 operasyon li dar xistin

Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Nîsanê de, 3 operasyon li dar xistin.

QSD`ê di Nîsanê de li dijî çeteyan 3 operasyon li dar xistin
13 nîsan, 2021   07:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên wan tevî Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 operasyonên hevbeş li dar xistine.

Li gorî dauxyaniyê, operasyonên hatine lidarxistin wiha ne:

 “Di 8`ê Nîsanê de hêzên me li bajarokê Mergede yê girêdayî Hesekê çeteyek girt.

Di 10`ê Nîsanê de li Zêban ê Dêrazorê serçeteyek hate girtin.

Di 11`ê Nîsanê de li Til Birak a girêdayî Qamişlo terorîstek hate girtin.”

(cx)

ANHA