'Bêdengiya navneteweyî dihêle Tirkiyê herêmên dîtir dagir bike'

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê diyar kir ku bêdengiya navneteweyî hişt ku dewleta Tirk a dagirker li gundewarên navçeya Eyn Îsayê sînorên çêkirî ava bike û got, armanca dewleta Tirk ew e ku beşên ji xaka Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike

 'Bêdengiya navneteweyî dihêle Tirkiyê herêmên dîtir dagir bike'
13 nîsan, 2021   01:46
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Eyn Îsayê yên li hemberî rêya M4 ku dagir kirine, satiran ava dike û xendeqan dikole. Ev gav wekî amadeakriyên qutkirina van herêman ji Sûriyê û tevlêkirina li xaka Tirkiyê têne kirin.Têkildarî mijarê şêniyên Eyn Îsayê ji ANHA'yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Mihemed Macid ê Eyn Îsayê got, lêkirina vî dîwarî binpêkirina xaka Sûriyê ye û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ew e ku herêmên ji gundewarên Girê Spî dagir kirine tev li xaka xwe bike, mîna çawa li Lîwa Iskenderonê kiriye."

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê di encamên êrişên hovane de ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dabû destpêkirin bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker beriya niha li hemberî rêya M4`ê bi satiran dîwar lêkir  û xendeq kolan, da ku 5 baregehên xwe yên di êrişên li dijî Eyn Îsayê de ku ji Mijdara par ve pêk anîne, bi hev ve girê bide.

Têkildarî mijarê şêniya bi navê Bêrîvan Salih axivî û got bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor, dihêle ku dewleta Tirk ku siyaseta xwe ya dijminane ya li hemberî xaka Sûriyê, nexasim devera dagirkirî berdewam bike.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî 6 gundên girêdayî navçeya Eyn Îsayê; Cehbel, Mişêrfê, Seyda, Mielek, Hoşan û Xalidiyê dîwar lêkir. Li van gundan Rûsya û hikumeta Şamê nuqteyên hevbeş ava kirine, da ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî wan gundan kontrol bikin.

Bêrîvan Salih û Mihemed Macid bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Sûriyê bê deng nemîne û zextê lê bike da ku hîn herêmên Sûriyê parçe neke.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O0tcOEM1G_s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>