Meclisa Leşkerî ya Minbicê navê şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîdekî xwe yê bi navê Mirî Hesen Teqtoq eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê navê şehîdekî xwe eşkere kir
12 nîsan, 2021   18:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çampemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskî têkildarî mijarê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Me bi xemgînî agahiya şehadeta şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi navê Mirî Hesen Teqtoq ê ji Minbicê bihîst. Şehîd Mirî Hesen Teqtoq ji fermandarên tûgaya Şehîd Nîmet a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye.

Şehîd Mirî Hesen Teqtoq di dema hemleya rizgarkirina Minbicê de di 2016’an de tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû, beşdarî hemleyên rizgarkirinê yên Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû. Bi têkoşîneke şoreşgerî tev li kar dibû û di nava hevrêyên xwe bi aramiyeke mezin bi tehemûlkirina astengiyan û girêdana bi rihê hevaltiyê re dihat naskirin.

Li ser vê bingehê em sersaxiya malbata şehîd, tevahî malbatên şehîdan û şêniyên Minbicê dixwazin ku dê li ser soza xwe bin û rêça şehîd bişopînin. Her wiha soza didin gelê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li ser şopa şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê ji terorê bimeşin.

Sicila şehîd wiha ye:

/ar/uploads/files/2021/04/12/185806_minbic-sehid.webp

Navê tevgerî: Merwan Minbic

Nav û paşnav: Mirî Hesen Teqtoq

Navê dayikê: Hemîde

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic 1994

Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 2016

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 12.04.2021

(fr)

ANHA