​​​​​​​Li Tirkiyê jin bê parastin û bê maf in

Careke din dewleta Tirk a dagirker bi vekişîna ji peymana Stenbolê, zihniyeta xwe  ya nijadperestî û baviksalarî li dijî jinan eşkere dike. Lê pirsa ku xwe di vir de dide pêş; kijan bend ji bendên qanûna Tirkiyê dê jinan biparêze?

​​​​​​​Li Tirkiyê jin bê parastin û bê maf in
13 nîsan, 2021   00:42
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Jin ji ber cudakariya zayendî ya di kar û xwendina di zanîngehan de gelek azaran dikişînin. Li aliyekî din jî tundî li dijî wan têne kirin bêyî ku tu qanûn hebin ku parastina wan bikin. Dîsa lixwekirina hîcabê ku ji salan ve li ser wan hatiye ferzkirin bû sedema lidarketina şoreşeke jinan li welat.

ÎMZEKIRINA PEYMANA STENBOLÊ

Piştî rapora Human Rights Watch a sala 2011'an a li ser tundya hovane ya li dijî jinan li Tirkiyê û nebûna dadgehan ji bo parastina wan, rayedarên Tirkiyê li çareseriyekê gerî da ku sûcên xwe yên li dijî jinan binuxmînin û valahiya di qanûnên xwe de dagirin, bi vê yekê  sala 2011'an tev li Peymana Stenbolê bû.

Peymana ku di sala 2014'an de ketî meriyetê, xebatên desthilatdarên welêt gelek asteng kir, ji ber ku gelek bendên wê mekanîzmaya dan û standina bi jinan re diyar kirin. Ya herî girîng ew bû ku dewletên endam neçar man ku ji bo nirxandina xetereyên li ser jinan  mekanîzmayan ava bikin, ji şîdeta psîkolojîk û fizîkî, destdirêjiya cinsî, zewicandina bi zorê, destdirêjî û kurtaja bi zorê dûr bikevin. Her wiha zarok û mêrên ku rastî şîdeta malbatî tên cih di vê peymanê de girtin.

Ji ber lîsteya xwe ya reş ku di salên dawîn de kuştina zêdetirî 300 jinan hat belgekirin di nav de 181 bûyerên biguman bêyî ku lêpirsînan bide çêkirin, Tirkiyê neçar ma ku ji peymanê vekişe.

Dewleta Tirk hebûna dewletên ku zewicandina hevzayendan di peymanê de û ji ber sedemên olî ku li dijî ola islamê yên li Tirkiyê ne, kir hincet û ji peymanê vekişiyan.

Berdevka Meclisa Edaletê ya Jinan a herêma Firatê Felek Yûsif got: “Dewleta Tirk a dagirker ji gelek serdeman ve şerê jinan dike bi taybet jinên şoreşger ku ji bo gelên xwe tê dikoşin. Bi vekişîna ji peymanê bi hinceta ku hinek dewlet zewaca hevzayendan qebûl dike, di rastiyê de sedema rastîn ew e ku dixwaze tundiya li dijî jinan rewa bike.”

`DARIZANDINA ÇÎÇEK KOBANÊ PEYAMÊN YEKEMÎN JI JINAN RE YE`

Di çend salên dawîn de gelek bûyer mîna vê pêk hatin. Dewleta Tirk rêbazên ne rewa li dijî jinan pêk tîne. Dadgeha Tirk, bê qanûn sedema girtinê yan jî darizandinê rewa dike. yên herêm zêde têne girtin parlamenterên jin ên HDP`ê ne.

Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê meha borî hovîtiya xwe eşkere kir û bi rêya darizandina Çîçek Kobanê qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirinê yên 9`ê Cotmeha 2019`an ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de Çîçek Kobanê ya ku bajarê xwe diparast dîl girt.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya darizandina Çîçek Kobanê peyama xwe yekemîn ji jinan re ragihand ku ji roj û pê de dê bi awayekî eşkere hovîtiya xwe li dijî jinan bidomîne.

Di vî warî de Felek Yûsif destnîşan kir ku beriya vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê, hejmara bûyerên tundiyê li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk ve zêde bûn û kesek hesab jê nexwest û wiha domand: “Niha piştî vekişîna Tirkiyê ji peymanê, dê bê hesab û bê qeyd jinan bikuje û tundiyê li dijî wan pêk bîne. Dewleta Tirk vê tundiyê ne tenê li Tirkiyê lê belê li derveyî wê jî pêk tîne. Komkujiya Parîs û Hilincê mînaka vê yekê ye.”

(şx)

ANHA