Heyva Sor: Pêla sêyemîn a koronayê hemû temenan hedef digire

Rêveberê Heyva Sor a Kurd da zanîn ku ji dema qedexeya derketin derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ragihandin ve, 3 hezar û 500 testên PCR ji şêniyan re hatine çêkirin.

Heyva Sor: Pêla sêyemîn a koronayê hemû temenan hedef digire
13 nîsan, 2021   06:05
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Heyva Sor: Pêla sêyemîn a koronayê hemû temenan hedef digire

Rêveberê Heyva Sor a Kurd da zanîn ku ji dema qedexeya derketin derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ragihandin ve, 3 hezar û 500 testên PCR ji şêniyan re hatine çêkirin.

QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Ji beriya 20 rojan ve pêla 3’yemîn a vîrusa koronayê gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê, Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ragihand.

Şaneya Aloziyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Qedexeya giştî giştî ragihand.

Têkildarî rewşa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tedbîrên Heyva Sor a Kurd li herêmê, rêveberê Odeya Çalakiyan a Heyva Sor a Kurd  Seed El-Elî ji ajansa me re axivî.

Seed El-Elî diyar kir ku piştî destpêkirina pêla 3`yemîn a koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne û wiha got: "Ji destpêka ragihandina qedexeyê heta niha zêdetirî 3 hezar heta 3 hezar û 500 test li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine çêkirin."

El-Elî got: "Rojane em 650-750 testî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin."

Seed El-Elî da zanîn ku di pêlên yekem û duyem de kêm ciwan bi vîrûsa koronayê diketin. Di pêla yekem û duyem de zarok kêm bi koronayê diketin. Lê di vê pêlê de hemû temen bi koronayê dikevin."

Rêveberê Odeya Çalakiyann a Heyva Sor a Kurd diyar kir ku hemû testên wan yên PCR bê pere tên çêkirin û wiha got: "Hemû kar û xebatên ku em ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bê pere ne."

Seed El-Elî da xuyakirin ku ji bo şopandina nexweşan wan numareyên taybet diyar kirine û bi rêya wan rewşa nexweşên xwe dişopînin û wiha berdewam kir: "Nexweş di kîjan demê de li me bigire, em 24 saetan amade ne ku em wan veguhêzin nexweşxaneyên taybet."

El-Elî da zanîn ku hejmara testên li herêma Cizîrê tên girtin di rojê de digihêje 400 testan û wiha domand: "Li gorî sîstema Odeya Çalakiyan em xwe digihînin hemû navçe û gundan."

Seed El-Elî bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe ji nexweşiya koronayê biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku dema nîşaneyên koronayê li ser kê derketin, xwe bigihîne me. Em 24 saetan amade ne ku wan pêşwazî bikin."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 12 hezar û 236 kes bi Koronayê ketine, ji wan 422 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 364 kes jî baş bûne.

ANHA