Jinên Til Hemîs dayîka Ûweyş bi bîr anî

Endamên Kongreya Star ên navҫeya Til Hemîs dayîka rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş bi bîr anî.

Jinên Til Hemîs dayîka Ûweyş bi bîr anî
12 nîsan, 2021   15:30
 QAMIŞLO

11'ê Nîsanê salvegera 28'emîn a wefata dayîka rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş bû ku li bajar Edana jiyana xwe ji dest da.

Bi vê boneyê endamên Kongreya Star ê navçeya Til Hemîsê li pêşiya navenda xwe daxuyanyek da û dayîka Ûweyş bi bîr anî.

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeyê Wead El-Heneş daxuyanî xwend, dayîka Ûweyş bi bîr anî û got:'' Di hembêza wê de rêbertî mezin û wî ji li ser nirx, rêgez û exlaq  mezin kir ku jê bû ҫirûska dîrokê û rêberekî mezin jê derket."

Wead destnîşan kir ku dîrok wê rêber Abdullah Ocalan ji bîr neke, ji ber ku rêberê yekemîn e ku banga biratiya gelan kir û got: "Rêbertî li te pîroz be, dîrok wê te ji bîr neke û ji giyanî te yê pak re dilovanî be."

Daxuyanî bi berzkirina siloganên silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6GNfyRidNFA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>