‛Çareserkirina aloziya Sûriyê di guhartina zihniyeta Baasê de ye’

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek ji nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li dar xist. Di civînê de hate gotin ku çarekirina aloziya Sûriyê di diyalogên sûrî-sûrî û guhartina zihniyeta Baasê û netewebûnê de ye.

‛Çareserkirina aloziya Sûriyê di guhartina zihniyeta Baasê de ye’
‛Çareserkirina aloziya Sûriyê di guhartina zihniyeta Baasê de ye’
‛Çareserkirina aloziya Sûriyê di guhartina zihniyeta Baasê de ye’
‛Çareserkirina aloziya Sûriyê di guhartina zihniyeta Baasê de ye’
12 nîsan, 2021   15:09
HELEB

Civîna li hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ya Heleb bi beşdariya bi dehan ji endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan, li dar ket.

Hola civînê bi wêneya şehîd Hevrîn Xelef, Merwan Fetîh, Umer Elûş û Ferhad Remedan û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hate xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Beraa Mehmûd li ser hilbijartinên serokatiyê axivî û da zanîn ku Rûsya bi vê yekê hewl dide bala gelê li herêmên hikumeta Şamê di nakokiya ewlehî û krîza aboriyê de dijîn, binixumîne.

Mehmûd wiha domand: "Heke me got encamên hilbijartinan li gorî Beşar Esed in, mîna yên berê. Lê tevgerên Moskovê yên niha di çarçoveya diyarkirina wêneyekî ku aramî heye de ye. Da ku eşkere bike ku herêmên hikumeta Şamê alîgirê Beşar Esed in."

Der barê redkirina van hilbijartinan de, Beraa Mehmûd wiha pê de çû: "DYA’yê gelek caran hilbijartinên ku tê de Esed û rûs bi hev re ne, red kirine. YE’yê jî gelek caran red kir û da zanîn ku hilbijartinên ku gel dixwaze û divê li Sûriyê çêbibin, ew hilbijartinên li gorî destûra nû ya li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyê ya bi jimareya 2254 e."

Mehmûd li ser nêrîna ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji van hilbijartinan wiha berdewam kir: "Em ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ne alîgirê van hilbijartinan in, ji ber ku pirsgirêka sereke di zinhiyeta Baasî de ye. Em piştgiriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di pêkanîna armancên xwe li Sûriyê yên pirrengî yên nenavendî û guhartina zihniyeta rejîma navend û yek partiyê de dikin û piştevaniya pêkanîna rêgeza Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk dikin."

Civînê bi nîqaşên li ser rêbazên çareserkirina krîza Sûriyê bi dawî bû, di nîqaşan de bal hate kişandin ser girîngiya  guhartina zihniyeta rejîma navendî ya yek partiyê. Her wiha hate gotin ku û diyaloga sûrî-sûrî û çareya yekane ya bidawîkirina azarên gelên Sûriyê ye.

(fr)

ANHA