Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Ji bo pêkanîna hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re parêzeran serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
12 nîsan, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de bi dawî bû, serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê nayê bersivandin.

Rêber Abdullah Ocalan di 25’ê Adarê de dema ku bi birayê xwe Mihemed Ocalan re bi telefonê axivîbû, hevdîtin qut bûbû.

(şx)