Di bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê îro danê sibê, herêmên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Reqayê, sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê bombebaran kirin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Di bombebarana balafirên şer ên Rûsyayê de 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
12 nîsan, 2021   10:25
NAVENDA NUÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê, li dû hev cih û nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê kirin hedef. Di encama bombebarankirina çolistana Humisê û rojhilatê çolistana Hemayê de 4 çete hatin kuştin.

Bi vê yekê hejmara kuştiyên DAIŞ`ê gihaşt 34 çeteyan. Hemû di 455 êrişên balafirên Rûsyayê de yên li dijî çolistanên Hema, Hims, Dêrazor, Reqa û Helebê de hatin kuştin. Li aliyekî din ji ber bombebarana ji destpêka 2021`an ve gelek şikeft û wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

 (şx)