Dergehên sînor rêbazên dorpêçkirinê yên li dijî Rêveberiya Xweser in

Hemû hêzên ku axa Sûriyê kontrol dikin, dergehên sînor li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Her wiha van dergehan wek kaxizeke şantajê û ferzkirina ambargoyê bi kar tînin, nexasim li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Dergehên sînor rêbazên dorpêçkirinê yên li dijî Rêveberiya Xweser in
12 nîsan, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Dergehên sînor ên fermî û nefermî ji bo dewlet, hêz, artêş û heta rêxistin û kesan pir girîng in û ji bo derbaskirina kel û pelan, madeyên xwarinê, hêsankirina bazirganiyê û gihandina alîkariyên mirovî yên ji rêxistinên mirovî û rawestandina koçberiya nerewa, tên bikaranîn.

Hebûna dergehan û korîdorên sînorî di pêvajoya aloziya Sûriyê de hate guhartin û hêzên destwerdana Sûriyê kir, hewl da dergehan serwer bikin. Gelek caran wekî kaxizekê zextê, şantajê û ferzkirina ambargoyê bi kar dianîn, nexasim li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Mînaka wê jî destpêka aloziya Sûriyê, dewleta Tirk ev yek kir û Rûsyayê dawiya sala 2019`an û hikumeta Şamê jî destpêka vê salê heman tişt kir. Li aliyekî din jî derbasbûna bi deh hezaran kesên ku tev li nava rêxistinên çeteyan ên wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê bûbûn ji aliyê dewleta Tirk ve hat hêsankirin.

Di pêvajoya deh salên aloziya Sûriyê de serdestiyeke guhêrbar di birêvebirina dergehên sînorî de hebû, çi ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ve yan jî ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve û di van demên dawîn de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê ve.

DERGEHÊN SÎNOR ÊN SÛRIYÊ BERIYA ŞOREŞÊ

Li bakurê Sûriyê Tirkiye, li rojhilat Iraq, li başûr Urdin û li rojava Filistîn û Lubnan û Deryaya Spî hene. Sûriyê bi rêya gelek dergehên fermî, hinek dergehên rewa û nerewa bi van dewletan ve tê girêdan.

Li aliyê başûr Urdin bi Sûriyê ve bi dirêjahiya 375 kîlometre girêdayî ye. Li seranserê vî sînorî dergeha Nesîb heye ku dergeha fermî ya di navbera her duyan de ye. Li rex wê jî dergeha Gumrikê, gelek korîdorên nebirêkûpêk li rojavayê bajarê Deraayê hene, jê ya herî girîng Til Şahib, El-Badiyê ya parêzgeha Siweydayê ku li hemberî wê li Urdinê bajarê El-Riwêşid heye.

Li aliyê rojava jî di navbera Lubnan û Sûriyê de sînorekî erdnîgarî bi dirêjahiya 375 kîlometre heye. Li seranserê dirêjahiya vê sînorê 6 dergeh hene; dergeha Erîda, Debusiye, Til Kelex, Cosiye, Hemra û dergeha El-Mesnaî ya sînorî li ser rêya di navbera Şam û Beyrûtê de. Her wiha gelek dergehên nefermî hene ji bajarê El-Zebedanî heta Irsal û El-Tefîl a Lubanê.

Li bakur jî sînorek bi dirêjahiya 822 kîlometreyan di navbera Sûriye û Tirkiyê de heye. Ji herêma Eyn Dîwarê dest pê dike heta digihêje Lîwa Îskenderon ku Tirkiyê di 1939`an de dagir kir û bi awayekî fermî sala 1974'an tev li axa Tirkiyê kir. Her wiha li seranserê sînor gelek dergehên fermî hene wek dergeha Keseb a Lazîqiyê, dergeha Bab El-Hewa li Idlibê, dergeha Bab Selam li Helebê, dergeha Cerablus, dergeha Girê Spî, dergeha Kobanê, dergeha Nisêbîn a Qamişloyê û dergehên Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî hene.

Ji aliyê rojhilat ve dirêjahiya sînorên wê bi Iraqê re zêdetirî 599 kîlometre ye. Li seranserê vî sînorê, dergehên sereke hene wek dergeha Til Koҫer a herêma Cizîrê, dergeha Bûkemal û Tenef a Bûkemalê ya girêdayî Dêrazorê û dergehên Welîd û gelek dergehên din ên nefermî hene.

Ruxmî ku ev dergeh li pêşiya komên çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra û piştre DAIŞ`ê re vekiribûn, lê niha girtî ne.

Niha li aliyê bakur dergehên Cerablus, El-Raî, Bab El-Selam, Bab El-Hewa, dergehek li gundê Hemamê li Efrînê vekirî ne. Dewleta Tirk a dagirker di dawiya Tebaxa 2016`an de piştî ku bajar dagir kir, dergeha Cerablusê kontrol kir. Dergeha El-Raî sala 2017`an hat vekirin û ji aliyê çeteyên Firqet El-Sultan ve tê birêvebirin. Dergeha Bab El-Selam a li herêma Ezazê ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve tê birêvebirin û dewleta Tirk bi rêya vê dergehê çek û cebilxane derbasî herêmên dagirkirî yên Sûriyê dike. Dergeha Bab El-Hewa ya li Idlibê dewleta Tirk a dagirker wê kontrol dike û bi rêya wê çêk û cebilxane derbasî herêmên dagirkirî dike. Piştî dagirkirina bajarê Efrînê di Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk ve, dergehek li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ji aliyê dewleta Tirk ve hat vekirin.

Her wiha li rojava bi Lubnanê re, li gorî daxuyaniya Fîras Tilas kurê wezîrê parastinê yê Sûriyê ya berê Mistefa Tilas ji El-Erebiyê re di Adara borî de; dergehek nû Yabûs anku dergeha El-Mesnai li parêzgeha gundewarê Şamê heye, li ser sînorê Lubnan- Sûriyê ev dergehek sereke ye. Dergehên din mîna El-Erîda, El-Debusiyê, Til Kelex, Cosiye û Hemra û bi dehan dergehên ne fermî li seranserî sînor di bin kontrola komên alîgirên hikumeta Şamê û Huzbellah de ne .

Ji aliyê başûr ve bi Urdinê re; dergeha Nasîb a navneteweyî heye. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re hikumeta serdestiya xwe li ser vê dergehê ji dest da û piştre di 6`ê Tîrmeha 2018`an de ji nû ve ket bin kontrola wê. Niha jî aliyê hikumeta Şamê ve tê kontrolkirin. Gelek dergehên ne fermî hene tê re kelûpel bi qaçaqtî derbasî Sûriyê dibin.

Der barê rewşa dergehên li rojhilat de yên di navbera Sûriyê û Iraqê de; dergeha Bûkemal a ku di dawiya 2012'an de ji bin kontrola hikumeta Şamê de derket û di nîvê 2013'an de ket bin kontrola DAIŞ'ê de. Lê piştre, piştî paqijkirina herêmê ji DAIŞ`ê careke din ji aliyê hikumeta Şamê ve di 30'yê îlona 2019'an de hat vekirin û ji hêla komên alîgirên Îranê ve tê birêvebirin. Dergeha Tinef ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve tê birêvebirin. Dergeha Til Koçer (El-Yairûbiye) jî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Iraqê ve girê dide, Rûsya bi armanca ku alîkariyên mirovî negihêje şêniyên herêmê, sala 2019`an mafê veto bi kar anîn û dergeh girt.

Dergeha Sêmalka ya ku herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide, di bin rihma Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de ye ku perspektîvên xwe ji dewleta Tirk a dagirker digire û bi gelemperî li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî ji herêmê re, girtî ye.

ŞERÊ DERGEHAN

Li gorî rewşa heyî ya dergehên sînor ên Sûriyê, dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê bi rêya van dergehan bi tevahiya rê û rêbazan û ji bo têkbirina projeya demokratîk a li herêmê bi kar tînin û ji derdora mehekê ve dergeh hemû girtine. Gelek çavdêrên rewşa herêmê û analîzvan projeya li herêmê wek kilîta çareseriya aloziya Sûriyê dibînin.

Çavdêrên rewşa herêmê diyar dikin ku siyaseta hikumeta Şamê, Rûsya û dewlata Tirk hevseng in. Rûsya niha bi rêya projeyekê hewl dide dergehên di navbera herêmên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî de veke da ku encamên ferzkirina Qanûna Qeyser li ser Sûriyê sivik bike û aboriya hikumeta Şamê vejîne.

(eh-şx)

ANHA