Fermandarekî QSD'ê: Berxwedana me planên dagirkeriyê têk dibe

Ji fermandarên QSD'ê Baz Cindirêsê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bighêje rêyên ҫalak ên li derdora navҫeya Eyn Îsayê û rêyên ku herêmên Rêveberiya Xweser bi hev ve girê dide qut bike, lê berxwedana şervanan planên dijmin bi bin dixe.

Fermandarekî QSD'ê: Berxwedana me planên dagirkeriyê têk dibe
11 nîsan, 2021   23:40
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û ҫeteyên wê ji 23'yê Cotmeha sala borî ve rojane êrişî derdora navҫeya Eyn Îsayê dikin û hewl didin ku 6 gundên bakurê rêya M4 dagir bike.

'DEWLETA TIRK REYÊN KU HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER BI HEV VE GIRE DIDE DIKE HEDEF'

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Girê Spî Baz Cindirêsê ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û ҫeteyên wê bi êrişên xwe armanc dikin ku gundên stratejîk ên navҫeya Eyn Îsayê dagir bike.

Baz Cindirêsê got: "Pirsgirêk ji dagirkirina ҫend gundan mezintir e, di van gundan de ҫend rêyên ҫalak hene ku herêma Cizîrê bi Firatê û herêma Reqayê ve girêdidin, tevahî rê li Eyn Îsayê dibin yek. Em asta xetereya vê gavê ku dewleta Tirk hewl dide bavêje dizanîn ku dikare herêmên Rêveberiya Xweser ji hev qut bike." 

'HÊZÊN ME BI QEHREMANÎ PARASTINÊ DIKIN Û DERBÊN GIRAN LI ҪETEYAN DIDIN'

Dagirkeriya Tirk di 5 mehan de zêdetirî 200 dever li navҫeya Eyn Îsayê topbaran kiriye. Di van êrişan de bi hezaran topên hawan, obusên 57, tank û moşekên "T-122CNRA" bi kar anîn.

Baz Cindirsê eşkere kir ku şervanên wan bi qehremanî parastina Eyn Îsayê dike û deh caran komên ҫete û leşkerên dewleta Tirk neçar kirin paşde vekişin û wiha got: "Cenazeyên ҫeteyan li eniyên bajêr tijî ne, her carê Rûsyayê dibe havbeynkar da ku cenazeyan radestî dagirkeriya Tirk bikin.  Hêzên me ji bingehekî mirovahî ev yek pêk anîn."

'PÊWÎSTE HIKUMETA ŞAMÊ Û RÛSYA HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE'

Cindirêsê têkildarî bêdengiya hêzên Rûsya û hikumeta Şamê yên li eniyên Eyn Îsayê wiha got: "Daxwazên sûriyan zelal in ew e ku Rûsya helwesta xwe ji sûcên dewleta Tirk û dagirkeriya axa Sûriyê nîşan bide ku ev yek li pêşberî çavên hikumeta Şamê têne kirin. Rêveberiya me gelek caran ji hikumeta Rûsyayê xwest ku helwesta xwe li hember tiştê ku diqewime diyar bike." 

Bi destpêka sala nû re bi sedan şêniyê navҫeyê li pêşiya baregeha Rûsyayê xwpêşandan li dar xistin û ji hêzên hikumetê û Rûsyayê xwestin ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê berê bang li Rûsya û Amerîkayê kiribû ku erka xwe di rawestandina êrişên dewleta Tirk bi cih bînin.

)dm(

ANHA