Desteya Tenduristiyê: Îhtimal heye ku dema qedexeya giştî li herêmê bê dirêjkirin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê got ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê li herêmê, îhtimal heye ku dema qedexeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dirêjkirin.

Desteya Tenduristiyê: Îhtimal heye ku dema qedexeya giştî li herêmê bê dirêjkirin
11 nîsan, 2021   11:57
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê li Qamişlo, Hesekê û Reqayê qedexeya giştî û li herêmên din jî qedexeya beşî ragihand. Qedexe ji 6 heta 12`ê Nîsanê hate ragihandin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Keleş diyar kir ku qedexe li ser 3 qonaxan pêk tê, qonaxa qedexeya beşî li seranserê herêmê û qedexeya giştî li bajarên Reqa, Hesekê, Qamişlo û gundê Dêruna Axê ya navçeya Tirbespiyê. Her wiha got di qonaxa sêyemîn de biryar hate dayîn ku heke pêketiyên koronayê (Covid-19) li gund û bajarokan zêde bûn, meclisên herêmî li wan deveran dikarin tedbîrên qedexeyê bigirin.

/ar/uploads/files/2021/04/11/111650_altqat.webp

Keleş piştrast kir ku tedbîrên qedexeyê yên hatine girtin, di pêşîlêgirtina belavbûna koronayê û kêmkirina hejmara pêkhateyan de, bandora ku dihat xwestin nekir û wiha dewam kir: "Ferzkirina qedexeyê heta hefteyekê li ser herêmê têrê nekir. Ji ber ku li gorî daneyên ku Desteya Tenduristiyê dane, hejmara pêketiyan her ku diçe zêde dibe. Beriya demekê rojane 67 rewş dihatin tesbîtkirin, lê belê piştî demekê gihaşt 106 û 120. Niha jî gihaştiye 130 rewşî."

Keleş destnîşan kir ku nîşaneyên vîrusa koronayê piştî 14 rojan ji girtina vîrusê xuya dikin.

Keleş her wiha da zanîn ku sedema belavbûna vîrusê û bi kêrnehatina qedexeya giştî ew e ku şênî tedbîrên xweparastinê û biryarên şaneya aloziyê pêk nayînin. Keleş gel ji pêla sêyemîn a vîrusê hişyar kir ku ji yên berê xeternaktir e, zû belav dibe û kesên ji hemû temenan pê dikevin.

DIRÊJKIRINA QEDEXEYÊ

Keleş teqez kir ku Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê bi tenê nikarin pêşî li belavbûna vîrusê bigirin, ji ber ku ji aliyê pratîkê ve heta niha derman ji vîrus re nehatiye dîtin. Keleş bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparatinê yên pêwîst bigirin û biryarên şaneya aloziyê pêk bînin û wiha lê zêde kir: "Divê hemû şênî li paqijiya kesayetî û paqijiya malê baldar bin, divê maskên tenduristî li xwe bikin, dûrî kombûnan bikevin. Divê ev tedbîr bibin parçeyekî jiyana me."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Keleş got ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusê, îhtimal heye ku dema qedexeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dirêjkirin û wiha bi dawî kir: "Dirêjkirina dema qedexeya giştî li herêmê ji aliyê saziyên têkildar ve tê nîqaşirin, ji ber ku di dema qedexeyê de jî rê li belavbûna vîrusê nehat girtin."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 12 hezar û 236 kes bi koronayê ketine, ji wan 422 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 364 kes baş bûne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7l04K-TDND4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>