Rojnameyên erebî: Girtina deriyê Til Koçer zehmetiyên koçberan zêdetir dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa zehmetiyên koçberên Sûriyê, derxistina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê û dan û standinên Misir û Tirkiyê kir.

Rojnameyên erebî: Girtina deriyê Til Koçer zehmetiyên koçberan zêdetir dike
10 nîsan, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‘14 HEZAR KOÇBER DI KAMPA ERÎŞA YA HESEKÊ DE ZEHMETIYAN DIKIŞÎNIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Koçbera 40 salî ya bi navê Sara El-Cebel ku ji bajarokên girêdayî parêzgeha Dêrazorê koçber bûye, nizane ku welatê wê Sûriye di nava wan dewletan de ye ku bûne çavkaniya birçîbûnê û ev yek ji aliyê rêxistina xwarin û çandiniyê FAO ya navneteweyî û bernameya xwarinê yê cîhanê ve hate diyarkirin.

Ev jin û nêzî 14 hezar koçberên Sûriyê di kampa El-Erîşa de dimînin. Kampa Erîşa 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê. Niştecihên wê ji ber rewşên mirovî zehmetiyan dibînin, ji ber xwe dispêrin alîkariyên xwarinê ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî û aliyên mirovî ve ji wan re têne pêşkêşkirin.

Piraniya koçberên di kampa Erîşa de ji gundewarên Dêrazorê ne û hin ji wan ji bajarokê El-Meyadîn û Bûkemal ku di bin serweriya hêzên hikumetê de ne. Ew koçber ji ber rewşa jiyanî ya xerab, tunebûna çavkaniyên jiyanî û berdewama şer, red dikin ku li herêmên xwe vegerin.

Hate ragihandin ku aloziya mirovî di kampê de piştî girtina dergehê Til Koçer ê bi Iraqê re di 2020`an de zêdetir bûye.”

DERXISTINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Dosyaya çekdarên biyanî û çeteyan ji dosyayên giring ên Lîbyayê ne, ji ber ku aliyên herêmî û navneteweyî zextê dikin ku ew çete di demeke nêz de derkevin. Bi derketina wan, wê derfet ji dewletê re were dayîn ku tevahiya axa Lîbyayê serwer bike.

Di vê çarçoveyê de, Amerîka û YE`yê fişarên zêde dikin. Diyar e ku helwesta Ewropayê hişktir e, ji ber destekdayîna desthildariya nû ya Lîbyayê, bi girtina dosyaya çeteyan bi awayekî giştî ve girê da.”

‘VEGERANDINA TÊKILIYÊN MISIR Û TIRKIYÊ, LI ÇETE Û ÎXWANAN ALIQÎ’

Girêdayî dan û standinên di navbera Misir û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dan û standinên di navera Qahîre û Enqere, bi awayekî baş dewam nakin. Ji ber ku Misir bi pêkanîna şertan ji aliyê dewleta Tirk ve û di serî de vekişandina çeteyan ji Lîbyayê û radestkirina hin rêveberên Îxwanan ji dozgeriya Misirê re, bi guman e. Tê gotin ku dan û standin hatine rawestandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku di demekê de ku Qahîre li hêviya vekişandina dewleta Tirk ji çeteyên Sûriyê ji rojavayê Lîbyayê ye, dewleta Tirk beşeke nû ji çeteyan ku ji 380 leşkerî pêk tê, di nava çend rojên borî de ber bi Lîbyayê ve şand.”

(bx)