Çeteyên Cebhet El-Şamiyê 2 hemwelatiyên Efrînê revandin

Çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 hemwelatiyên gundê Ziyaretê yê Efrînê ji Ezazê revandin

Çeteyên Cebhet El-Şamiyê 2 hemwelatiyên Efrînê revandin
10 nîsan, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ketine destên me, çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 hemwelatiyên gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ku li Ezazê bûn, revandin.

Navên kesên ku hatine revandin yek Mahir Xalid Oso (20) û yê din jî Mistefa Ebas El-Ehmed  (22).

Heta niha çarenûsa her du kesan ne diyar e.

ANHA