​​​​​​​Bîlançoya operasyonên ewlehiyê yên 10 rojên dawîn li Kampa Holê

Di operasyonên ewlehiyê yên 10 rojên dawîn li Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê de, 158 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê hatin girtin.

​​​​​​​Bîlançoya operasyonên ewlehiyê yên 10 rojên dawîn li Kampa Holê
9 nîsan, 2021   23:42
HESEKÊ- EHMED MIHEMED

Li Kampa Holê (45 km li rojhilatê bajarê Hesekê) ji bo bêbandorkirin û paqijkirina DAIŞ`ê û şaneyên wê li kampê, di 10 rojên dawîn de operasyonên ewlehiyê hatin lidarxistin. Operasyonên ewlehiyê yên berfireh li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kmapê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di 28`ê Adara borî de hatin destpêkirin, her wiha Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî operasyonên taybet li dar xistin.

Operasyonên ewlehiyê yên berfireh ku di ban navê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve di 28`ê Adara borî de li Kampa Holê hatibûn destpêkirin, qonaxa yekemîn a operasyonê di 2`ê Nîsanê de bi dawî bû. 

Di encama wan operasyonan de, ji bilî beşa malbatên DAIŞ`ê yên biyanî ku bi navê “Muhacîrat” tê nasîn, li 8 beşên kampê xebatên lêgerîn û kontrolkirinê pêk hatin. Hêzên beşdarî wan operasyonan bûne 125 çete girtin ji wan 20 çeteyên berpirsên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê bûn û hejmarek ji wan jî jin bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îna borî (2`yê Nîsanê) bi civîneke çapemeniyê diyar kir 125 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê hatine girtin û di operasyonên lêgerînê de alavên leşkerî û radarên eleketronîk ku di amadekirina mayînan de dihatin bikaranîn, hatine desteserkirin.

Tevî ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî bû jî, lê belê operasyonên Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên ku xwe li kampê veşartine, dewam kirin.

Hêzên ewlekariyê li ser mikurhatinên çeteyên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin, agahiyên nû bi dest xistin.

Di 5 rojên piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, Yekîneyên Antî Teror li kampê zêdetirî 51 opersayonên serdegirtin û lêgerînê pêk anîn.

Nûçegihanê me li gorî fermandarên YAT`ê ragihand ku di operasyonên li beşên “1, 2, 3, 5, 7” pêk hatine de 33 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li hundirê Kampa Holê û di nav de 7 jin, hatine girtin. 

Hêzên YAT`ê di operasyonên xwe de çeteyên ku xwedî peywirên girîng bûn di şaneyên DAIŞ`ê de girtin, ji wan berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê li kampê Ehmed Xaşi yê bi “Ebû Xalid” tê nasîn û berpirsê duyemîn ê DAIŞ`ê Qusey Mihemed ê bi “Ebû Gerar” tê nasîn hatin girtin.

Di operasyonên ewlehiyê yên 10 rojên dawîn de, çeteyên ji Iraq, Sûriyê û çeteyekî ji Cezaîrê, her wiha çeteyên ku bûyerên kuştin û tirsandinê pêk dianîn û yên fikrên DAIŞ`ê belav dikirin, jinên di komîteyên “El-Hesbê”de û yên din ku çete di nava şaneyên li kampê de belav dikirin, hatin girtin.

Hemwextî van operasyonên ewlehiyê yên li kampê ku dibe di rojên pêş de jî dewam bikin, hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çavdêrên rewşê dibînin ku ji bo bidawîkirina xeteriya vê kampê, ev operasyonên têrê nakin. Ji ber ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î yên ji Sûriyê û Iraqê û welatên biyanî lê dimînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez kir ku serkeftina qonaxa yekemîn a operasyona xwe û pêkanîna ewlehiyê li kampê wê dirêj neke, ji ber ku fikir terorê û tundraw hîna li kampê zindî ye û bi taybetî li hemberî zarokan. Ev yek jî di dema heyî û dema bê de jî gefê li tevahî cîhanê dixwe.

Li Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 60 hezar û 351 kes dimînin, ew kes li ser 16 hezar û 404 malbatên ji Sûriyê, Iraqê û welatên biyanî, belav dibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5mcbJfzp8ME" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>