Misirê diyalogên bi Tirkiyê re taloq kirin

Qahîrayê diyalogên normalîzekirina têkiliyên bi Enqereyê re ji bo demekê taloq kirin û heta demekê din jî peywendiyên ewlehiyê bi Eneqereyê re jî rawestandin.

Misirê diyalogên bi Tirkiyê re taloq kirin
9 nîsan, 2021   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji tora El-Arebiyê re diyar kir ku Qahîrayê peywendiya bi Enqereyê re heta pêkanîna daxwazên Misirê taloq kir û da zanîn ku derengxistina vekişandina dewleta Tirk a çeteyên girêdayî xwe ji Lîbyayê de, hişt ku Misir civînên xwe pê re taloq bike.

Heman çavkaniyan ji El-Arebiye re daxuyand ku Enqereyê ji bo vekişandina şêwirmendên xwe yên leşkerî û endamên xwe ji Lîbyayê demeke zêde xwest, lê Misirê jî ji dewleta Tirk xwest ku bê merc yekser ji Lîbyayê vekişin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Enqereyê gelek çalakiyên Îxwanan taloq kirin, lê Qahîrayê banga tedbîrên hemdemî û xwesteka radestkirina Yehya Mûsa û Elaa El-Semahî kir, lê dewleta Tirk daxwaza derengxistinê kir.

Li gorî çavkaniyên ku ji El-Arebiye re eşkere kiriye, dewleta Tirk soz daye ku beriya meha Remezanê dê gelek tedbîrên li dijî kanalên Îxwanan pêk bîne, lê Misirê jî agahî da dewleta Tirk ku divê yekser tedbîrên li dijî kanalên Îxwanan pêk bîne.

(eh)