ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-04-2021
9 nîsan, 2021   23:00

- Ji hejmarên testên ku gûman bi wan heye ku bi vîrusa Koronayê ketine yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat eşkerekirin ku ji zêdetirî ji siyan yek bi vîrusê ketine. Bi wê re Ciwan Mistefa bang li şêniyan kir ku testên xwe çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di operasyonên ewlehiyê yên 10 rojên dawîn li Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê de, 158 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Şêx piştrast kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya tevlêkirina pêkhate û hêzên Sûriyê di diyalogê de çareser dibe. Da ku bi hev re çareseriyeke bingehîn peyda bikin ku mafên pêkhate û çînan hemû misoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm ragihand ku çaranûsa zêdetirî hezar û 190 jinên êzidî ne diyar e. Her wiha destnîşan kir ku kesên ferman pêk anîne, li ser Şengalê li hev dikin û komployan pêk tînin û ji bo rizgarkirina jinên revandî ne cidî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayikên şehîdan spasiya kedên ku rêber Ocalan ji bo rizgarkirina gelên bindest û jinan kir û got divê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ew asta têkoşîna xwe bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di nava koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin de, laşmanya zêde dibe û Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê da zanîn ku heta niha tu alîkariyên tenduristî ji rêxistinên navneteweyî wernegirtine, jê Xaça Sor. Lê li gel wê jî hikumeta Şamê dorpêç ferz kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA