Li herêma Firatê qedexeya derketinê ya giştî ket meriyetê

Qdedexeya derketina derve ya giştî ku Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ragihandiye, vê sibehê ket meriyetê.

Li herêma Firatê qedexeya derketinê ya giştî ket meriyetê
9 nîsan, 2021   09:18
KOBANÊ

Di roja yekemîn a qedexeya derketinê de, şêniyên herêma Firatê pabendî biryarê ne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di 6'ê Nîsanê de biryara qedexeya derketina derve ya giştî ji roja înê û heta 10 rojan, derxistibû.

Di biryarê de tê gotin: “Cihên giştî wekî (holên şahiyan, cihên olî, park, xwaringeh, qehwexane, cihên werzîşê, dikanên bazirganiye, pîşesaziyê û cilan) tên girtin û karê saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin.

Biryara qedexeya giştî ji bo saziyên ku pêwîste karê wan dewam bike wekî “Desteya Tenduristiyê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, aşxane, firin, cihên firotina nan, cihên xizmeta kehrebeyê, rêxistinên mirovî û alîkariyan, Gerînendetiya Sotemeniyê) ne derbasdar e.

Li gorî biryarê, cotkar, firoşgehên şîr û penêr, firoşkarên sebze û fêkiyan dikarin ji bajaran derkevin an bikevin bajaran bi şertê ku çûn û hatin ji saet 6 heta 8:00`ê sibehê û ji saet 5 heta 7:00`ê êvarê be.

Biryara qedexeyê li herêma Firatê piştî çend rojan ji pêkanîna qedexeya giştî li bajarên “Qamişlo, Hesekê û Reqayê” û qedexeya beşî li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji ber zêdebûna hejmara pêketyên vîrusa Koronayê, pêk tê.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zH4A2_VSO5w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>