​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide

Şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê got divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide da ku pêkanîna qedexeyê misoger bike.

​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide
​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide
​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Divê Şaneya Aloziyê biryarên hişktir bide
9 nîsan, 2021   01:49
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameya 84’an ku di 3`yê Nîsanê de derxist, qedexe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Li navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê şênî li gorî biryara qedexeya beşî tev digerin. Welatiyan bang li Şaneya Aloziyê kir ku pêkanîna qedexeyê hişktir bikin û şêniyan hişyar bikin da ku li gorî perspektîf û tedbîrên şanayê tev bigerin.

Welatiyê bi navê Basim El-Ezîz behsa vê xalê ji ANHA`yê re kir û diyar kir ku gelek kes dibêjin ku vîrusa koronayê weke sermayê ye ku bi dermanên normal mirov jê baş dibe û bang li şêniyan kir ku bi awayekî hêsan li vê pêvajoyê nenihêrin, nebin sedema belavbûna vîrusê.

Her wiha Emel El-Fatir îşaret bi texmîna şaş a li gel hin şêniyan kir ku vîrus tenê li herêmên qerebalix belav dibe û li gundan belav nabe.

Meryem El-Fatir diyar kir ku rewşa aborî ya xirab li herêmê û di çarçoveya qedexeyê de dibe ku hin kes nikarin debara xwe ya jiyanê bikin û wiha berdewam kir: "Ev qedexe demkî ye û divê her kes di çarçoveya pêşîlêgirtina li vîrusa koronayê  bibe alîkar da ku herêm karibe bi aramî vê pêvajoyê derbas bike."

Meryem El-Fatir banga xurtkirina pêkanîna qedexeyê kir û awayê pêkanîna wê were şopandin.

Qedexeya derketina derve dê heta roja duşemê anku 12`ê Nîsanê dewam bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SSS4-crGAf0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>