Li Şehbayê panelek hate lidarxistin

Îro, MSD’ê bi hevkariya bi TEV-DEM’ê re panelek li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi sernavê"Rola jinan di biryardayîna çareseriya krîza Sûriyê de" bi beşdariya 70 nûnerên ji saziyên civaka sivîl hate dayîn.

Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
Li Şehbayê panelek hate lidarxistin
8 nîsan, 2021   15:07
ŞEHBA

Panela bi diruşma"Têkoşîna me garantiya şoreşa jinan e" li hola Axîn Welat a Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin, ya yekê bi sernavê "Jina ekolojîk di îsbatkirina şoreşa civakê de" ji hêla Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Gulê Cafer û mijara duyemîn bi sernava "Bi vîna me, em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê bidawî bikin" ji hêla endama Nivîsgeha Têkiliyana a MSD’ê Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Elî ve, hatin dayîn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Gulê Cafer mijara yekemîn nirxand. Gulê Cafer behsa têkiliya jin, xweza û civaka exlaqî ya îsbatkirina projeya Rêveberiya Xweser kir û wiha got: "Fikireya neteweya demokratîk li ser têgeha hevserokatiya di navbera mêr û jinan de pêk tê. Ji ber bi rizgarkirina jin re, civak tê rizgarkirin. Ji lew re divê em rêveberiyeke azad û welatparêziyê ava bikin."

Piştî wê deriyên nîqaşê li ser mijara yekemîn bi beşdaran re hat vekirin. Beşdaran nêrînên li ser çawaniya parastina civaka xwezayî ji bo parastina jinan pêşkêş kirin. Ji ber dê jin civakeke polîtîka û exlaqî bi rêxistin bikin. Her wina girîngiya nêrînan li ser rêber Abdullah Ocalan ku çawa bingeha sereke ya jinan daniye ku ew jî paradîmaya demokratîk e.

Di nîqaşan îşaret pê hat kirin ku çawa di krîza Sûriyê de jin bi taybet hatin bikaranîn û ew yek heta şoreşa jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, berdewam kir û wê jî şoreşê serdema xwezayî vegerand.

Di mijara duyemîn a bi sernava " Bi vîna me, em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê bidawî bikin"Bêrîvan Elî behsa krîza Sûriyê, analîzkirina rewşa Sûriyê, dagirkerî û azarên sûriyan kir ku berdêla herî zêde jinan daye.

Ev mijar bi beşdaran re hate parvekirin û destnîşan kir jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin û ev yek jî bi berjewendiyên dewletan re bi nakok e.

Di nîqaşan de hat piştrast kir ku dê berxwedana bidomîne û Efrîn were rizgarkirin. Da ku bibe destpêka rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê. Dê çareserî jî bi diyaloga sûrî-sûrî be. Her wiha dê çareya yekemîn a bidawîkirina dagirkeriyê pêkanîna fikireya demokratî ya azad be û pêkanîna jinan a rola xwe di civakê de be.

(fr)

ANHA