Siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo jiyana xwe ji dest da

Îro, siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo bi temenê 85 salî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Dîbo ji şêniyê taxa Cemaya ya Qamişloyê ye.

Siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo jiyana xwe ji dest da
8 nîsan, 2021   14:47
QAMIŞLO

Yûsif Dîbo ji yek rêveberên welatparêz ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û jiyana xwe di siyasetê de derbas kir. Dîbo bavê endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Sînhanok Dîbo ye.

Yûsif Dîbo di 1957’an de tev li tevgera siyasî bû û ji dema damezrandina Partiya Demokratîk Kurdistanî li Sûriyê tev lê bûye. Di 1965’an de jî tev li Partiya Çepgir a Kurdî bûye û di 1989’an de heta 1997’an sekreterê giştî ya partiyê bû.

Yûsif Dîbo di dawiya 1999’an de di encama nakokiyên ku di nivîsgeha siyasî ya partiyê de bi der ketine, ji kar îstîfa kir.

Li aliyekî din jî Dîbo di 2015’an de asta endamê payebilind di PYD’ê de wergirt.

Dîbo ji hêla hikumeta Şamê ve 6 caran hate girtin. Her wiha dadgeriya leşkerî ya Şamê di 1974’an de bi tawana tevlêbûna li komeleyeke nepenî ji mafên sivîltî bê par kir.

(fr)

ANHA