Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li deşta El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê jî nuqteyên hev kirin armanc.

Li Idlibê şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan dewam dike
8 nîsan, 2021   11:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din û vê berbangê hêzên hikumeta Şamê herêmên li Fetîre, Bare, Sifohin, Kensefra, Filêfil û Bênîn ên li başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk herêmên hev ên li deşta El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê bi çekên giran û navîn kirin hedef.

SOHR`ê dauxyand ku çeteyên “Koma Operasyonên El-Fetih El-Mûbîn” ên li deşta El-Xab bi cih dibin, gundê Naûr Corîn bi moşekan kir hedef û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên li Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Çeteyên dewleta Tirk jî kombûnên hêzên hikumetê li herêmê kirin hedef. Heta niha agahiyên li ser windahiyên canî bi dest neketine.

(cx)