​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re car din serî li dozgeriyê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
8 nîsan, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat, wasî û parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan û vir ve daxwaza 'hevdîtina lezgîn' dikin.

Li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî 2 serlêdan hate kirin.

Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.

(cx)