Navên 5 kuştiyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên teqînên Serêkaniyê hatin eşkerekirin

Çavkaniyan ji ANHA`yê re navên 5 kuştiyên leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di teqînên duh li başûr rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî pêk hatine de, eşkere kirin.

Navên 5 kuştiyên artêşa Tirk û çeteyên wê yên teqînên Serêkaniyê hatin eşkerekirin
7 nîsan, 2021   17:23
HESEKÊ

Çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kir ku duh bi şev li herêma di nava gundê Rîhaniyê Bigara yê Serêkaniyê û mezreaya El-Riyad a li nêzî rêya M4 de rêzeteqîn bi rêya mayînan çêbûn.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama teqînan de gelek leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.

Her wiha heman çavkaniyan îro navên 5 kuştiyan eşkere kirin, di nav de 2 endamên hêzên taybet (komandos) ên artêşa Tirk a dagirker in û wiha ne; Boran Arsolar di 1987’an de li naçeya Salihlî ya parêzgeha Menîsa ya Tirkiyê ji dayik bûye û endamê konamdos Metîn Toprak.

Her wiha navên 3 çeteyên girêday dewleta Tirk jî wiha ne; çeteyê bi navê Zahir Ebû Qasim ji bajarê Babê di 1995`an de ji dayîk bûye, çeteyê bi navê Hemîd Tirkî ji Babê ku di 1979`an de ji dayîk bûye û çeteyê bi navê Ehmed Xelef Cuma ku ji Helebê ye û di 1997`an de ji dayîk bûye.

(şx)

ANHA