YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin

Fermandarên YAT`ê ragihandin ku di 47 operasyonên serdegirtinê ya li Kampa Holê de 31 çete ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî girtin, di nav de 8 jin hene û operasyon hîna berdewam e.

YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
YAT’ê 31 çete li kampa Holê girtin
7 nîsan, 2021   14:33
HESEKÊ

Ji dema bidawîbûna Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de, operasyonên taybet ên ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li Kampa Holê dane destpêkirin, berdewam in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Adarê de pêvajoya yekemîn a Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" dan destpêkirin. Piştî 5 rojan di 2`yê Nîsanê de operasyon bi dawî bû.

Li gorî fermandarên YAT`ê yekîneyê di 4 rojên borî de 31 çete ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî di nav de 8 jin hene girtine.

Li gorî fermandaran, li beşên 1, 2, 3, 4, 5 û 7 û gelek malên axî yên beşa 1 a taybet bi penaberên Iraqê yên Kampa Holê 47 operasyonên serdegirtinên pêk anîne.

Fermandaran da zanîn ku YAT`ê li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê di encama lêpirsînên bi çeteyên ku di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de hatine girtine de û bi wan re parve kirine, operasyonên xwe pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya bidawîkirina Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonê de 125 çete di nav de 20 serçete hatin girtin.

Hinek ji çeteyên ku hatine girtin, ji berpirsên bûyerên kuştin, tirsandinê ne, hinek jî berpirsên belavkirina fikirê tundraw ê DAIŞ`ê ne û jinên DAIŞ`î jî di Dîwana Hesbê de kar dikin û hinek din jî berpirsên peydakirina çekan in.

Di operasyonan de serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê û berpirsê şaneyên di nava kampê de Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) û serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê Qusey Mihemed (Ebû Gerar) hatin girtin.

Kampa Holê xetertirîn kamp li cîhanê ye. Malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî tê de dimînin. Her wiha jinên DAIŞ`î hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, bûyerên kuştinê pêk bînin û fikirê tundraw ê DAIŞ`ê belav bikin.

 (şx)

ANHA