El-Sîsî der barê aloziya avê de hişyarî li ser pêkanîna nakokiyê da

Serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî piştî binketina dan û standinên bi Etiyopyayê re yên têkildarî bendava El-Nehdayê hişyarî da ku dê herêm çi berdêlî bide, heke nakokî li ser avê çêbûn.

El-Sîsî der barê aloziya avê de hişyarî li ser pêkanîna nakokiyê da
7 nîsan, 2021   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî binketina danûstandinên der barê bendava El-Nehdayê de ya bi Etiyopyayê re, serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî îro careke din bang li Etiyopyayê kir ku têkildarî bendava El-Nehdayê hevkar be. Her wiha hişyarî da ku dê herêm çi berdêlî bide, heke nakokî li ser avê çêbûn.

El-Sîsî got: “Em û birayên xwe yên Sûdanê li hemberî helwesta Etiyopyayê ya ji bendava El-Nehdayê re hevkar in. Di dema bê de Misir, Sûdan û li ser astên erebî û afrîkî dê helwestên cidî li hemberî vê mijarê nîşan bidin.  Ev yek dadmendiya helwestên Misir û Sûdanê piştrast dikin.”

El-Sîsî destnîşan kir ku her du welatan dê bi tevahiya rêbazan û li gorî qanûnên navneteweyî û qanûnên herikîna avê yên navneteweyî mafên Misir û Sudanê misoger bikin.

El-Sîsî di xîtabê xwe de diyar kir ku helwesta Misirê ji vê dozê nayê guhertin û ew wek serokê Misirê rêzê ji helwestên gelan re yên ji bo pêşketinê digire.

El-Sîsî da xuyakirin ku wî ev helwesta xwe di axaftina xwe de ya li parlamentoya Etiyopyayê de sala 2015`an nîşan dabû. Lê Etiyopyayê nêrîna xwe li ser vê doze guhartiye.

(şx)