Li Iraqê Eniya Têkoşîna Demokratîk hate damezirandin

Li Iraqê Eniya Têkoşîna Demokratîk hate damezirandin û Aram Îbrahîm Kerkûkî wek serokê wê hate hilbijartin.

Li Iraqê Eniya Têkoşîna Demokratîk hate damezirandin
7 nîsan, 2021   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 31’ê Adarê de li Hola Çirakan a Kerkûkê Eniya Têkoşîna Demokratîk bi kongreyê û di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Birêveberiya Kar û barên Partiyên Siyasî û Rêxistinan DE hate damezirandin.

Aram Îbrahîm Kerkûkî wek serokê wê hate hilbijartin. Aram Îbrahîm Kerkûkî li Bexdayê têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji bo yekitiya nîştimanî û misogerkirina tendurist û civakî tê dikoşin û got: “Em eşkere dikin ku em amade ne bi hemû hêz û derfetên xwe tê bikoşin.”

Her wiha Texrîda Ekrem Qasim, Hena Mihemed Nûrî, Aram Xidêr Hesen û Mihemed Ehmed Îbrahîm Şerqî jî wek cîgirên Aram Îbrahîm Kerkûkî hatin hilbijartin.

Di civîna çapemeniyê de Kerkûkî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku amade ne bi hemû hêz û derfetên xwe tê bikoşin û ji bo armancên ku di bernameya siyasî de vegotine, li ber xwe bidin û wiha got: “Her wiha pêkanîna wekheviya welatiyan û pêkanîna dad û rêveberiya xweser ku ji aliyên şêniyên herêmê ve hatiye hilbijartin, bêyî ku aliyek were paşguhkirin û geşedana herdem pêk were. Ev yek dihêle ku destûr bibe bingeha rêvebirina dewleta Iraqê û jiyana hevbeş û barvekirina berheman ku welatê me Iraq pê dewlemend e. Em ji bo yekîtiya niştimanî û misogerkirina tendurist û civakî têdikoşin û xurtkirina qanûnan da ku karibin rewşa perwerdehî û hînbûn û hînbûna bilind geş bibe û binesazî were avakirin da ku ji pêvajoya jinûve avakirinê re bibe bingeh. Her wiha piştgiriya beşa taybet da ku derfetên kar ji ciwanan re werin peydakirin û enerjiya wan ji bo avakirina welat bêne razemenîkirin.

Ey xwişk û birayên welatê me yên hêja, em hêza xwe ji we werdigirin û piştgiriyê ji we dixwazin da ku armancên gelê me di azadî, rûmet, pêşketin û geşbûnê de pêk werin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cp6DhOQj5ZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>