Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 241 kesên din bi covid-19 ketin
7 nîsan, 2021   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 241 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 133 mêr û 108 jin in û liv an herêman in:

Hesekê: 54

Qamişlo: 93

Dêrik: 47

Dirbêsiyê: 5

Reqa: 25

Dêrazor: 17

Her wiha Mistefa destnîşan kir ku du kesên ku di demên berê de pê ketibûn jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 11 hezar û 333 kes bi Koronayê ketine, ji wan 405 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 342 kes baş bûne.

(cx)