Rêxistina Efûyê: Rûsya Navalny hêdî hêdî dikuje

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî fikarên xwe der barê tenduristiya muxalîfê Rûs Alexey Navalny de anî ziman û got dibe ku mercên Navalny tê de tê ragirtin, wî hêdî hêdî bikujin.

Rêxistina Efûyê: Rûsya Navalny hêdî hêdî dikuje
7 nîsan, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî îro diyar kir ku muxalîfê Rûs û dijberê sereke yê serokê Rûsyayê Vladmîr Pûtîn, Alexey Navalny ku sala borî hatibû jehrîkirin, niha ji xewê tê mehrûmkirin û nikare peywendiyê bi bijîşkekî ku bawerî pê hebe re, deyne.

Sekretera giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard beriya ku rapora salane ya rêxistinê bê weşandin, ji Reutersê re got: “Dibe ku hikumeta Rûsyayê Alexey Navalny hêdî hêdî bikuje û tiştê tê kirin, veşêre.”

Agnes wiha dewam kir: "Diyar e ku hikumeta Rûsyayê mafê Navalny binpê dike. Divê em bêhtir kar bikin. Wan bi rastî jî hewl da wî bikujin, niha jî wî di mercên giran de ku dikevin asta îşkenceyê, radigirin.”

Ji bo ku rêveberiya zindanê ximzetên tenduristiyê pêşkêşî wî bikin, Navalny hefteya borî dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Kremlînê der barê rewşa tenduristî ya muxalîfê Rûs de tu daxuyanî nedan û tenê got ew mijar girêdayî girtîgehên federal e. Daîreya Girtîgehan jî hefteya borî got Navalny (44) bi awayê pêwîst tê dermankirin.

(dx)