​​​​​​​KONGRA-GEL: Rûyê rast ê Konseya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê dîsa aşkera bû

KONGRA-GEL têkildarî serdana rayedarên Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyê re daxuyaniyek da û diyar kir ku “Sûcên li dijî mafên mirovan ên li Tirkiyê ne xema Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ne. Berjewendiyên her du aliyan di ser her tiştî re ne û vê yekê rûyê rast ê wan dîsa raxist ber çavan.”

​​​​​​​KONGRA-GEL: Rûyê rast ê Konseya Ewropayê û Yekitiya Ewropayê dîsa aşkera bû
7 nîsan, 2021   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û bal kişand ser serdana seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewropayê Charles Michel ji Tirkiyê re.

KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Wekî ku di daxuyaniyan de jî hate dîtin, li Tirkiyê mafên mirovan, demokrasî, qeyûm, pirsgirêka Kurd, doza girtina HDP'ê, daxwaza bêdengkirina muxalefetê, vekişîna ji Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, xizanî, xwekuştin, bi deh hezaran girtiyên siyasî ne xema Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropayê ne. Berjewendiyên aboriyê yên her du aliyan di ser her tiştî re ne û vê yekê rûyê rast ê Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê careke din raxistiye pêş çavan.

Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê, binpêkirina pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan ên gerdûnî ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, polîtîkayên wê yên li dijî muxalîfan û bi taybetî jî li dijî Kurdan ji nedîtî ve hatine. Ev toleransa mezin a ku nîşanî Erdogan dane, sedema bingehîn a dewamkirina şerê taybet ê AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan e. Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropa bi vî rengî bûye hevparê sûcên tifaqa AKP-MHP'ê.

CPT di rapora xwe ya beriya niha de ya li ser Îmraliyê ragihandibû ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran hene. CPT tevî ku di 11-25'ê Çileya 2021'î de serdana Tirkiyê kir neçû girava Îmraliyê û pirsgirêkên ku di rapora xwe de ragihand kontrol nekir. Ev yek jî polîtîkaya durû ya Konseya Ewropayê ya li ser pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ev polîtîkayên ku ne ji bo çareseriyê ne, zemînê ji zext û tundiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê re ava dike.

Yekitiya Ewropayê bi bêdengiya li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bûye hevparê sûcên li Efrînê yên guhertina demografiyê, destavêtin, komkujî, revandin û kuştina mirovan, firotina jinên revandî li Qatar û welatên din ên Ereb.

Yekitiya Ewropa ji bo çeteyên ku li malên xelkê Efrînê bi zorê hatine bicihkirin piştgiriya malî dide. Ji ber vê yekê jî di qirkirina Kurdan û guhertina demografiya Efrînê de Yekitiya Ewropa yekser berpirsyar e. Yekitiya Ewropa ya ku qirkirina li Efrînê ji nedîtî ve tê, bi her awayî piştgiriya siyasî, aborî û leşkerî dide çeteyên dewleta Tirk, yekser hevparê sûcê qirkirinê ye.

Sedema şerê topyekûn û terora dewletê ya li dijî gelê Kurd, polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst a tekperest e ku xwe dispêre înkar û tunekirina Kurdan. Li gel vê yekê, piştgiriya Yekitiya Ewropayê ji bo polîtîkayên dewleta Tirk, van polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê yên li dijî Kurdan rewa dike.

Eger ne ji vê piştgiriya Yekitiya Ewropayê be, nepêkane ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirina Kurdan dewam bike. Ji ber şerê li dijî Kurdan ku di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' dimeşîne, delweta Tirk a faşîst tekperest ji aliyê aborî û civakî û siyasî ve di nava krîzê de ey. Yekemcar di vê astê de ketiye nava krîzeke giran a aborî û siyasî.

'BÊHNÊ TÎNE BER FAŞÎZMÊ'

Yekitiya Ewropa û Konseya Ewropa di vê pêvajoyê de mîna ku di çareserkirina pirsgirêka li Rojhilatê Derya Spî de kir, di çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina demokrasiyeke rasteqîn a li Tirkiyê jî dikarîbû bi heman rolê tevbigeriya. Ev yek wê bi kêrî berjewendiyên hevpar ên hemû aliyan bihata. Rewşeke bi vî rengî wê di guherîn û veguherîna demokratîk a Rojhilata Navîn de bi bandor bûya. Lê belê Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê li şûna ku di pirsgirêka Kurd de pişrtgiriyê bide aştiyê, tercîh kir ku piştgiriyê bide tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya ku di konsepta şer de israr dike. Bi vî rengî ji faşîzma ku di nava krîza mezin de ye bû alîkar ku nefesê bigire. Bi vî rengî piştgirî da vê faşîzmê ku li ser piyan bimîne, ev faşîzma ku êşên giran bi gelê Kurd û gelên Tirkiyê û hemû gelên herêmê daye kişandin.

Lê belê tevî polîtîkaya Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ya ku mafên mirovan û demokrasiyê dike qurbanê berjewendiyên aborî, nepêkane ku temenê faşîzma AKP-MHP'ê bê dirêjkirin. Ya ku temenê faşîzmê diyar bike, têkoşîna hêzên demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyê ye. Lewma hêzên demokrasiyê momenteke dîrokî bi dest xistine. Li dijî xizanî, birçîbûn, zilm û komkujiyên ku faşîzm her roj dike, hêrsa gelan roj bi roj mezintir dibe."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, di vê pêvajoyê de erka dîrokî ya hêzên şoreşger û demokrasiyê ew e ku hêrsa gelan bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin, bikin ku faşîzm bê hilweşandin û hate gotin, "Gelê Kurdistanê bi ruhê Garê û Newrozê sekna xwe diyar kir. Faşîzma ku ji peyama Newrozê ya gelê me kete panîkê, êrişên xwe zêde dike. Li hemberî van êrişan li her beşên civaka Tirkiyê nerazîbûn bilind dibe. Di serî de jin, ciwan, xwendekar û karker, her kesên ku zilm, xizanî û neheqiyê dibînin, 'ruhê Gezî' mezin dikin. Gelên Kurdistan û Tirkiyê di pêvajoyeke welê de ne ku ruhên Gezî û Newrozê digihêjin hev, dibin yek.

'HÊZA ME HEYE KU FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Ev pêvajo pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye. Gelên ku ji bo demokrasî û azadiyê rabûne ser piyan, ti hêz nikare li pêşiya wan bisekine. Hêzên demokrasiyê eger bi bilindkirina têkoşînê rê nedin faşîzma AKP-MHP'ê, wê Yekitiya Ewropa û Kosneya Ewropa jî neçar bimînin ku polîtîkayên ji bo berjewendiyên xwe biguherînin.

Banga me li hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyê ye; ji xwe û gelên me bawer bikin, hêza me heye ku faşîzmê têk bibin. Rejîma faşîst ji texmînan bêhtir tengav bûye. Sedema vê êrişkariya wê ne ji ber xurtbûna wê ye; ji ber tengaviya wê ye.

Lewma weke hêzên demokrasiyê divê em zanibin ku her demê bêhtir dikarin encamê werbigirin û bi vê baweriyê pêşengiyê ji gel re bikin. Bi sekna ku baweriyê dide gel û hêviya serketinê diafirîne, divê em pêşengiyê ji vê pêvajoya dîrokî re bikin, pêşengiyê ji pêvajoya hilweşandina faşîzmê re bikin. Divê em yekitiya hêzên demokrasiyê ya rasteqîn deynin ber xwe, li dijî faşîzmê xwe bigihînin her kesî û xwe bi rêxistin bikin.

Em yên ku bi ruhê Newrozê û Gezî têkoşîna demokrasî û azadiyê mezin dikin silav dikin û serketinê ji wan re hêvî dikin."