Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi moşk û topan gelek gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê û gundên Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dike
7 nîsan, 2021   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz, Alqemiyê, Şewarxa û Tinibê yên Şera, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa, gundên Şêx Hîlal, Dêrcemal, Kefernaya û Teanê yên kantona Şehbayê bi top û moşekan topbaran dikin.

Heta niha topbaran bi dijwarî berdewam e û tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vZk8z_P9e5g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>