Li herêma Firatê ji 9'ê Nîsanê ve qedexeya giştî dest pê dike

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ragihand ku ji 9'ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî dest pê dike û dê 10 rojan dewam bike.

Li herêma Firatê ji 9'ê Nîsanê ve qedexeya giştî dest pê dike
6 nîsan, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji ber derketina pêla sêyemîn a vîrusa koronayê û tomarkirina kesên pêketî li herêma Firatê, em bang li welatiyên ku li herêmên Firatê dimînin dikin ku tedbîrên tenduristiyê yên kesayetî pêk bînin (Maskan li xwe bikin, destan dezenfekte bikin, nêzî hev nebin..hwd).

Li gorî pêşniyarên Şaneya Aloziya Koronayê ya herêma Firatê em van biryaran digirin:

-Li tevahhhî herêma Firatê qedexeya derketina giştî û çûna û hatina di nava herêman de tê ferzkirin.

-Deverên giştî (Holên şahiya, cihên îbadetê, park, xwaringeh, kafeterya, klûbên werzîşê , dikanên bazirganî û pîşesaziyê û dikanên cilûbergê) tên girtin.

- Ji bilî saziyên ku pêwîstiya bi karê rojane heye, xebat li saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin.

Saziyên ku pêwîstiya wan bi kar heye ev in:

Desteya Tenduristiyê bi tevahî ekîpa xwe.

Rêveberiya Herêmî û Jîngehê (Karkerên paqijkirin, av, rewşên awarte, aş, nan, muhtemedên nan, kehrebe û rêxistinên mirovî û geşkirinê).

Gerînendeya Sotemeniyê li gor lîsteya lîsteya nobetê li benzînxaneyê xebata xwe bidomîn.

Cotkar, xwediyên çêlekan, firoşkarên mast, penêr, firoşkên zebzeyan dikirin di saetên navbera 6 û 8 sibeha de karê xwe bikin

Çûn û derketin ji saet di navbera 5 û 7 ber êvarî de ye.

Têbinî: Tevger dê li gorî qedexeya beşî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be heta  destpêkirina qedexeya giştî di 9'ê Nîsana 2021'an de."

ANHA