Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne

Hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Helebê ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, di encamê de 150 hezar welatî ji sotemeniyê par in û ev yek dê krîzeke mirovî bi xwe re bîne.

Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne
Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne
Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne
Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne
Ambargoya hikumeta Şamê karesateke mirovî bi xwe re tîne
7 nîsan, 2021   02:51
 HELEB

Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê dimeşîne û ambargoya li ser şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike. Ew jî bandoreke neyînî li debara jiyana şêniyan dike.

Taxa Şêxmeqsûd li aliyê bakurê rojavayê bajarê Heleb dikeve, di demeke berê de ji taxên herî zêde bû ku rastî êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê hatiye.

Taxa Şêxmeqsûdê bi taxa Eşrefiyê re mûzaîkekê ji pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, Ereb, Turkmen û Suryan çêdike,  bi hev re dijîn û li gorî pergala neteweya demokratîk di nava komîn û meclisan xwe bi rê ve dibin.

Li gorî qeydên komîteya hevpeymanan a taxê, hejmara şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 150 hezar kes e û li ser 25 hezar malbatan belav dibin, ew şênî li beşên rojhilat, rojava û Marûf li gel beşa ji taxa Eşrefiyê û gundê Pino bi cih dibin.

Taxa Şêxmeqsûdê ji herêmên pîşesaziyê yên çêkirina cilan li Helebê ye, bi hebûna pisporî û karkeran werşeyên pîşesazî hatin avakirin û cil derbasî derve kirin ku ew jî qûta piranî malbatên li taxê ye.

Lê ambargoya dawî,  ji şêniyan re bû sedema gelek pirsgirêkên jiyanî û astengiya peydakirina madeyên bingehîn mîna sotemeniyê ku jêdera dayîna kehrebê ji bo werşeyan e.

AMBARGO NE JI ÎRO VE YE

Ambargoya li ser van taxan ne ji îro ve ye, ji 8 mehan ve hikumeta Şamê astengiyan derdixe, da ku rêyan li pêş dabînkirina pêdiviyên sereke yên şêniyan taxan bigire.

Ajansa me di Kanûna 2020’an de nêrînên sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên ên der barê ferzkirina ambargoya ku hikumeta Şamê ya li dijî wan de parve kir. Ambargo hîna jî berdewam e.

TUNEBÛNA SOTEMENIYÊ

Ambargoya ku dirêj bûye û tevahî hewldanên çareserkirina wê bi rêya diyalogê bi bin ketine hişt ku sotemenî li taxan tune be, di encamê de her lîtreyeke mazotê li sûka reş gihaşt 2 hezar lîreya Sûriyê û rojane bilind dibe.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê beriya girtina rê bernameyek danî, da ku mazotê li şêniyên her du taxan bi bihayekî guncaw her bermîlek bi 41 hezar û 800 da belav  bike, lê bihaya her bermîleke mazotê di dema niha li sûka reş de nêzî 400 hezar lîreya Sûriyê ye.

Ji havîna par ve û heta niha hikumeta Şamê ji ber sedemên jeosiyasî rê qut kiriye û hişt ku belavkirina mazotê li şêniyan bi giştî, pêk neyê.

Bihaya her kîloyeke gaza malan gihaşt 6 hezar lîreya Sûriyê, anku heke mirov bixwaze cereyeke gazê ya 9 kîloyan bikire, wê demê dê 54 hezar lîreya Sûriyê bide ku mûçeyê mehekê yê karmendekî hikumeta Şamê ye.

Tevî wê, meclisa giştî hewl dide bi rêya piştevaniya ji hêla Şaredariya Gel ve azarên şêniyan sivik bike û du kîlo gaza malan ji her malbatekê re bi bihaya 600 lîreyî ji her kîloyekê re belav dike ku heta krîz bi dawî bibe.

ÇIMA HIKUMETA ŞAMÊ AMBARGOYÊ LI SER ŞÊNIYAN FERZ KIRIYE?

Girêdayî mijarê û lêkolînirina hûrgiliyên girêdayî vê yekê, Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo ji ANHA'yê re axivî. Mihemed Şêxo destnîşan kir ku di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de lihevkirinên hene, ji lew re ambargo li ser kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike.

Şêxo wiha got: "Di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ku xakên Sûriyê ji Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, lihevkirineke veşartî heye. Wê demê çawa hikumeta Sûriyê danûstandin û lihevkirinê bi dagikirîna xakên me re pêk tîne û ambargo ferz dike? em şêniyê sûrî ne, banga yekitiya xaka Sûriyê dikin."

Şêxo wiha pirs kir: "Ma ev xelata me ye ku me şêniyên Helebê bi giştî re ji êrişên çeteyan parastin? Me gelek şehîd dan, heta ku em gihaştin vê rojê, em ê rêça şehîdan bişopînin û parastina rêgezên wan bikin."

Şêxo da zanîn ku pêwîst e çareseriyên bingehîn bi rêya diyalgoa di navbera sûriyan bi xwe de werin dîtin û got, siyaseta hikumeta niha li aliyê dagirkeran e û ev jî nayê qebûlkirin.

‛ZEXTÊN JI ALIYÊ BENDÊN KONTROLÊ VE’

Bendên kontrolê yê hêzên hikumeta Şamê ketin û derketina şêniyên Şêxmeqûd û Eşrefiyê şêniyan asteng dike, nahêlin pir tiştan bi xwe re derbas bikin û her tiştî kontrol dikin.

Li gel wê jî, car bi car nahêlin madeyên wekî ard an jî sotemeniyê û madeyên bingehîn ên derbasî taxan bibin ku di encamê de aloziyek li ser şêniyan çêkir.

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Fatima Mihemed a ji koçberên Efrînê û li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bûye wiha got: "Em zehmetiyên kêmbûna sotemeniyê dikişînin, rê li pêş me tên qutkirin û em nikarin mazotê bikirin."

Fatima Mihemed got, neviyekî wê salek û 4 mehî heye û wiha pirs kir: "Guneha wî çi ye ku bibe şahidê van azarên qutkirina rê û ambargoya li ser taxê. Ji ber bi wê re bihayên kelûpelan li sûkan bilind dibin."

‛KARESATEKE MIROVÎ’

Der barê bandorên berdewamkirina ambargoya li ser taxê ku tê de 150 hezar şênî hene de, Şêxo hişyarî li ser karesateke mirovî da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevî ambargoyê lê me ard rojane dabîn kir, da ku nan li şêniyan belav bikin û em ê her peyda bikin. Lê divê aliyên têkildarî çi rêxistinên navneteweyî yan jî NY’yê dibin, bila bibin destwerdanê bikin, da ku rêyan vekin û ambargoyê rakin."

(fr)

ANHA