500 malbatên iraqî yên li kampa Holê dê vegerin warê xwe

Piştî ku hikumeta Iraq qebûl kir ku 500 malbetên iraqî vegerin welatê xwe, ‎rêveberiya kampa Holê amadekariyên derxistina beşên nû ji niştecihên iraqî ji kampa Holê ber bi Iraqê ve, dike. ‎

500 malbatên iraqî yên li kampa Holê dê vegerin warê xwe
7 nîsan, 2021   00:37
HESEKÊ -EHMED MIHEMED

Vegera panberan Iraqê yên li kampa Holê li warê xwe du salan rewestiya, ji ber ku hikumeta Iraqê vegerandina welatiyên ‎xwe red dikir, lê piştî hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê di vê mijarê de  penaberên Iraqê ji nû ve vedigerin Iraqê. ‎

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampa li kampa Holê ya ku 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê 30 hezar û 738 penaberên iraqî ku li 8 hezar û 256 malbatan belav in, hene. ‎

Tevî hemû hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ku Iraqiyên li ‎kampa Holê dimînin vegerîne welatê wan  lê hikumeta Iraqê red dikir. Di 2017'an de tevahî herêmên Iraq rizgar bûn û ketin bin kontrola hikumeta Iraqê û ji dawiya 2018’an ve vegerandina welatiyan rawestandiye.

Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn a Komîteya Navneteweyî ya Xaҫa Sor ‎Fabrizio Carboni di 11’ê Adara 2019'an de diyar kiribû ku tê payîn ku di hefteyên ‎pêş de zêdeyî 20 hezar penaberên Iraqî yên ku li ser axa Sûriyê û bi ‎taybet li kampa Holê dimînin, vegerînin welatê wan. Lê ji zêdetirî salekê ve ye ku vegerandina penaberan ber bi Iraqê ve rawestiye.

/kr/uploads/files/2021/04/06/204758_-.webp

Der barê vegerandina penaberan de, Endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed piştrast kir ku piştî hikumeta Iraqê qebûl ‎kir ku 500 malbetên Iraqî vegerîne, amedekariya birêxistinkirina vegerandina iraqiyan ‎li Iraqê dest pê kir. ‎

Mûnîr Mihemed wiha got: "Li gorî hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û hikuemta Iraqê de, li ser vegerandina 500 malbatên iraqî ji kampa Holê hate erêkirin. Dê ev malbat beş bi beş werin vegerandin. Niha nav, agahî û kesên ku agahiyên xwe ji 2018’an de ji hikumeta Iraqê re rakirine, tên komkirin." ‎

Mihemed wiha gotina xwe domand: "Piştî ku belgeyên wan hatin tespîtkirin û erêkirina ‎ewlehî hate wergirtin, wek beşa yekemîn dê 100 malbat di ҫend rojên din de ji ‎kampê werin derxistin û rêveberî dê vegerandina malbetan berdewam bikin.‎"

Agahiya vegerandinê ji hêla iraqiyan ve bi kêfxweşî hate pêşwazkirin, ji ber wê vê sibehê berê xwe da nivîsgehên derketina ji kampê û spasiya rêveberiya kampê li ser kedên ku ji bo vegerandinê kir.

‎/kr/uploads/files/2021/04/06/204824_-.webp

Iraqiyê bi navê Hisên Elî Yesîn El-Cebûr ê ji parêzgeha Selahedîn e wiha got: "Li gorî xwesteka rêveberiya kampê ya lêvegera li nivîsgehên derketina ji kampê ya birêvebirina rêwîtiyên dilxwazên iraqî, tedbîrên ku tên xwestin ew in ku agahî û belgeyên kesayetî werin nûkirin."

Yesîn destnîşan kir ku ew dixwezin vegerin welatê xwe, ew û malbeta ‎xwe li benda vegerê ne.‎

/kr/uploads/files/2021/04/06/204848_-.webp

Meryem Hesen ji parêzgeha Mûsilê wiha got: " Ji bo em vegerin Iraqê me navê xwe li gel nivîsgeha derketina ji kampê qeyd kiriye, ez bi vê vegerê kêfxweş im. Ji bilî vegera li Iraqê cihekî din naxwazin, da ku careke din bi malbat û xizmên xwe re bicivim."

Li aliyekî din Hesan Ebad El-Elî ji parêzgeha Enbar a Iraqê ye, li benda hikumeta Iraqê ye, da ku tevî malbata xwe li welat vegere. Ji ber navê wî di lîsteya navên ku hikumeta Iraqê ji bo vegerandina li welat de, tune ye.

Li kampa Holê tevî iraqiyan, sûrî û biyanî jî hene û hejmara wan ‎a giştî gihaşt 60 hezar û 351 penaberan û li ser 16 hezar û 404 malbatan belav e. Lê bi destpêkirina van rêwîtiyên iraqî û berdewama rêwîtiyên malbatên sûrî ji kampê re, çarenûsa 8 hezar û 555 jin û zarokên DAIŞ’ê yên biyanî ne diyar e.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/se59thPbOps" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>