Li dijî keştiyek Îranê di Deryaya Sor de êriş

Li gorî Ajansa Nûçeyan Tasnim a nêzî hikumeta Îranê, li dijî keştiyek Îranê di Deryaya Sor de êriş hat.

Li dijî keştiyek Îranê di Deryaya Sor de êriş
6 nîsan, 2021   20:13
NAVENDA NÛҪEYAN

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre ҫavkaniyekê diyar kir ku keştiya "Îran Saviz" di Deryaya Sor de bi mayînên deryayî hate hedefkirin.

Li gorî ajansê keştî ji gelek salan ve li herêmê çalak e, da ku piştgiriyê bide hêzên "Komandoz" yên Îranê di erka wê de.

Rayedarên Amerîkayê ji Reutresê re diyar kirin ku hêzên Amerîkayê li dijî keştiya Îranê ya li Deryaya Sor tu êriş pêk nayîne.

(dm)