​​​​​​​Ji 14`ê Adarê ve 14 car in parêzerên rêber Ocalan serlêdanê dikin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

​​​​​​​Ji 14`ê Adarê ve 14 car in parêzerên rêber Ocalan serlêdanê dikin
6 nîsan, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo karibin rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat, parêzer û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Abdullah Ocalan û vir ve bi daxwaza 'hevdîtina lezgîn' serlêdanê dikin.

Ji 14'ê Adarê û vir ve 14 car in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê hatine dayin.

Her wiha 2 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hatiye dayin.

Parêzeran piştî navbera 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2019'an, herî dawî jî di 7'ê Tebaxa heman salê karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî, derfet hatibû dayin ku rêber Ocalan di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive, lê ev telefon jî piştî demeke kurt hatibû birîn.

(cx)